Îfadeya emniyetê ya rojnameger Nûrcan Yalçin dest pê kir

  • 15:17 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Karên îfadeyê yên rojnameger Nûrcan Yalçin a du roj in di bin çavan de ye dest pê kir. 
 
Karên îfadeyê yên rojnameger Nûrcan Yalçin a di 4'ê Sibatê de polîsan bi ser mala wê de girtin û ev du roj in di bin çavan de ye dest pê kir. Derbarê Nûrcanê ya ku piştî binçavkirinê birin Şaxa TEM'ê biryara sînorkirina hevdîtina parêzeran a 24 saetan hatibû dayin. 
 
Piştî 24 saet qediyan şûnde parêzerê Nûrcanê çûbû Şaxa TEM'ê lê belê vê carê jî hîn bûbû ku biryara nepeniyê li ser dosyaya Nûrcanê heye. 
 
Hat diyarkirin ku karê îfadeyê yê Nûrcanê yê li emniyetê didome.