Li Amedê li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan daxuyanî hat dayin

  • 15:14 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê ji bo rewşa girtîgehan bi daxuyaniyekê bang hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên tecrîda mutleq û polîtîqayên hikûmeta AKP-MHP’ê girtîgeh veguherî malên mirinê.
 
Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAYDER) û dayikên ku li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin re derbarê rewşa girtiyên ku li Girtîgeha Tekîrdagê û girtîgeha Bûnyanê di greva birçîbûnê de ne daxuyanî hat lidarxistin. Daxuyanî li pêş avahiya Baroya Amedê pêk hat. Di daxuyaniyê re rêxistinên navend û navçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Meclîsa Ciwanên HDP'ê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad û gelek rêxistinên sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
‘Girtîgeh veguherî malên mirinê’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla xizma girtî Berîtan Nergîz ve hate xwendin. Berîtan, destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne malê mirinê û wiha axivî: “Ji ber polîtîkayên tecrîda mutleq û polîtîqayên hikûmeta AKP-MHP’ê girtîgeh veguherî malên mirinê. Berdewamkirina binpêkirinê mafan, cezayên yekkesî, şewitandina  înfazan, êrîşên fizîkî-psîkolojîk û nedermankirina girtiyên nexweş û gelek tiştên din dibe sedema îşkenceyê. Li girtîgehên bi navê Tîpa F, Tîpa T, Ewlekariya Bilind û herî dawî jî Tîpa S, hedefa sereke polîtîkayên tirsandin-zext û tundiyê ye. Em bi vê rastiyê re rû bi rû ne ku rêgezên mirovahî yên herî derbasdar jî, qanûnên navneteweyî jî têne rawestandin û binpêkirin.”
 
Dewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
‘Li girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan ên giran û eşkere hatin tespîtkirin’
 
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmara 2. F a Tekîrdagê, li dijî mirina bi guman a Vedat Erkmen, di 17.01.2022’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat kirin. Di hevdîtinên ku bi girtî û hikumxwaran re hatin kirin de daxwazên wan; dawî li zêdebûna îşkence û muameleya xerab a li girtîgehê û rakirina tecrîdê ye. Li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê ku di salên dawî de bi îşkence û muameleya xerab di rojevê de ye, binpêkirinên mafan ên giran û eşkere hatin tespîtkirin. Rêveberiya saziyê ji ber pêkanînên keyfî û nehiqûqî yên li girtîgehê, li dijî qanûn û rêziknameyê tev digere. Di vî warî de divê gavên pêwîst bên avêtin ku demildest van binpêkirinên li girtîgehê bi dawî bibin û der barê van îdia û binpêkirinan de demildest lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin.
 
‘Her roj êrîşên fizîkî pêk tên’
 
Dîsa li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Kayserî Bûnyan jimartina li ser piyan demeke dirêj hate meşandin û girtî û mehkûman jimartina li ser piyan qebûl nekirin. Ji ber vê yekê bi darê zorê bi destên xwe hatin girtin. Ji aliyê girtî û mehkûman ve hat diyarkirin ku di meha dawî de her roj êrîşên fizîkî pêk tên û armanca êrîşan jî kuştinê ye. Bi taybetî Veysel Zengîn ji ber lêdanê ji serê xwe lerz û vereşî jî sewqî nexweşxaneyê nehat kirin. Her ku berdewam heqaret û tehdîdên kuştinê berdewam dikin, kiryarên derqanûnî bi cezayên dîsîplînê tên jiyîn.
 
‘Tecrîd îro hebûna xwe bi piranî li ser girtîgehan nîşan dide’
 
Îro em di pêvajoyeke ku li girtîgehan bi taybet li girava Îmraliyê di asta herî jor de tecrîd û binpêkirina mafan tê jiyîn derbas dibin. Sîstema tecrîdê ya yek kesî ya Îmraliyê ku bi taybetî ji bo girava Îmraliyê hatiye pêşxistin, parçeyek ji pergala ku li ser gelên Tirkiyeyê bi taybetî gelê kurd tê ferzkirin û hewl tê dayîn di bin serweriya civakê de bê serdestkirin e. Tecrîd îro hebûna xwe bi piranî li ser girtîgehan nîşan dide. Zexta polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtîgehan wisa bûye ku tabûtên girtiyên nexweş yek bi yek ji girtîgehan derdikevin.
 
‘Muameleya xirab û îşkenceyê bi dawî bînin’
 
Bi vê wesîleyê em hikûmetê vedixwînin ku di demeke zûtirîn de ji bo pêşî li îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan bigire, dest ji qedexeyên kêfî berde. Girtiyên nexweşên giran hene û em ê heta dawiyê van pirsgirêkan bişopînin. Em careke din diyar dikin. Her wiha em bang li saziyên sivîl, saziyên pêwendîdar û gelê xwe dikin ku li hemberî pêkutiyên li girtîgehê hestiyar bin. Li cem xizmên girtiyên nexweş ên 'Nobeda Edaletê' digirin bin."
 
Di dawiya daxuyaniyê de polîsan xwest daxuyaniyê asteng bikin lê bele girseyî bi biryarî daxuyaniya xwe xwend. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî kirin.