Divê li Kadikoyê rêveberiya bêtir jin tê de bin bê avakirin

  • 14:53 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên berî 4'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Kadikoyê li avahiya navçeyê hatin gel hevdu dan zanîn divê li Kadikoyê rêveberiya bêtir jin tê de bin bê avakirin.
 
Berî 4'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kadikoyê jin li avahiya navçeyê hatin gel hevdu. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Didem Acabey, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Birol, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz beşdar bûn. 
 
Di hevdîtina bi çalakiya taştê dest pê kir de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Birol, da zanîn hevdîtina gel moral dide HDP'ê. Îlknûrê da zanîn ku divê tifaqa jinê bêtir berfirehtir bibe û got ew dixwazin bi hemû hêzên demokratîk siyasetê bikin. Her wiha Îlknûrê da zanîn ku ji xurtkirina rêxistinbûyinê pêv çareya wan tune ye û got divê li Kadikoyê rêveberiya bêtir jin tê de bin bê avakirin.
 
Divê şaredarî bê teşhîrkirin
 
Her wiha jinan di çalakiya taştê de diyar kirin ku jin ji bo kongreyê hewil didin cih bibînin lê zehmetiyê dibînin. Ji ber ku şaredarî û xwediyên mulkê taybet cih nadin HDP'ê zehmetî tê kişandin û divê ev yek bê teşhîrkirin. 
 
Banga ji bo 8'ê Adarê
 
Jinan herî dawî ji bo beşdariya 8'ê Adarê bang kirin û gotin:"Bêyî li qedexeyan bê guhdarkirin em ê bi rêxistinbûyinê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê Meşa Şavê ya Femînîst a ku her sal em pêk tînin em ê îsal jî pêk bînin. Em ê plasaziya xwe ya 8'ê Adarê çêbikin û têkoşîna xwe mezin bikin."