Îşkenceya li Girtîgeha Bunyanê didome

  • 14:47 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Parêzerê Ali Saday ê li 1'emîn Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê girtiye da zanîn hejmartina li ser lingan didome û girtiyên ku vê yekê qebûl nakin jî li pêş çavên mudurê girtîgehê tên îşkencekirin. 
 
Li 1'emîn Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê îşkence û binpêkirina mafên li dijî girtiyan didomin. Endamê Şaxa Mêrsîna ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi rêya hevdîtina bi girtiyan re diyar kir ku îşkence li girtiyan tê kirin. 
 
Li ber çavên mudurê girtîgehê îşkence hat kirin
 
Îro jî ji Şaxa Colemêrgê ya OHD'ê parêzerekî bi  Ali Saday ê li 1'emîn Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê girtiye hevdîtin pêk anî. Parêzer da zanîn ku Ali gotiye îşkence hîn didome û hejmartina li ser lingan jî didome. 
 
Ali da zanîn ku li cihê bê qemera li girtiyan îşkence tê kirin û îşkence li ber çavên mudurê girtîgehê tê kirin.