Li Rihayê cerdevanekî yek jê jin 2 kes kuşt
- 14:31 6 Sibat 2022
- Rojane
RIHA - Li navçeya Hewangê, cerdevan Îzzet D. xwişka xwe Aysel Yaşar û hevjinê wê kuşt.
Li gundê Kabacak ê navçeya Hewangê ya Rihayê, cerdevan Îzzet D. xwişka xwe Aysel Yaşar (41) û hevjinê wê Îbrahîm Yaşar (46) kuşt. Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxaleya li cihê bûyerê tîmên tenduristiyê Aysel Yaşar û hevjînê wê Îbrahîm Yaşar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewangê. Aysel Yaşar û hevjînê xwe Îbrahîm Yaşar li vir jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo girtina cerdevanê ku ji cihê bûyerê reviya jî xebat hatin destpêkirin.