Li Hewlêrê asta sinetkirina jinan ji sedî 11 ye

  • 13:40 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor anketan li Herêma Kurdistanê hîn zarok û jin tên sinetkirin. Li gor lêkolînekê asta sineta jinan li Hewlêrê ji sedî 11 li Raperînê ji sedî 4.09'e. 
 
Li gorî rapirsiyan li Herêma Kurdistanê hîn sinetkirina zarok û jinan heye. Li gorî rapirsiyekê, li Hewlêrê rêjeya sinektirina jinan ji sedê 11 û li Raperîn jî ji sedê 4.9 e.
 
Îro roja cîhanî ya têkoşîna dijî sinetkirina jinan e. Li gorî bendên  19 û 24 peymana mafê zarokan a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 1989’an de hatî erêkirin, destûr nayê dayîn zarokên keç werin sinetkirin.
 
Rêxistina Wadi ya Elmanî di sala 2021’ê de li Hewlêrê û Îdareya Raperîn a ser bi Silêmaniyê rapirsiyek li ser sinektirina keçên temenê wan di navbera sifir sal û 20 salî çêkir. Hezar û 260 tevlî rapirsiyê bûne.
 
Li gorî rapirsiyê, ji vê hejmarê 753 kes li Hewlêrê û 507 kes li Raperînê tevlî bûne. Li Hewlêrê 85 rewşên sinetkirina keçik an ji jinan hebû ku dike ji sedê 11 û li Raperîn jî 25 rewş hebû ku dike ji sedê 4.9.
 
Berpirsê Projeya Rêxistina Wadi Elmanî Şox Mihemed têkildarî li qadên rewş û rêjeya sinetkirina jinan ji Rojnews’ê got: "Ji ber sedema vîrusa koronayê û nebûna tîman li Silêmaniyê par me nekarî gelek serdanan bikin. Lê li gorî şopandina me, di sala 2021’an de tenê li herdu îdareyên Raperîn û Hewlêrê ji hezar û 260 keçan 110 keç sinetkirîbûn.
 
Rêxistina Wadi Elmanî di sala 199’an de li Elmanya hatiye damezirandin û di sala 1993’yan de bi fermî destûr hatiye dayîn li Iraqê kar bike. Li piraniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê li ser mijarên jinan kar dike. Yek ji mijarên kar li ser dike sinetkirina jinane û hewl dide nehêle.
 
Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 21’ê Hezîrana 2011’an de yasaya jimara 8 Têkoşîna li dijî Şîdeta Ser Jinê û Malbatê erê kir. Yek ji xalên vê yasayê qedexekirina sinetkirina zarokên keç an ji jinan bû. Lê heta niha li Herêma Kurdistanê sinekirina keçik û jinan berdewam dike.
 
Li Herêma Kurdistanê zêdetir sinekirina jinan li gundan pêk tê. Ji ber ku ev kar bi veşartî tê kirin. Lewma heta niha nekarîne pêşî lê were girtin û kesên vî karî dikin werin cezakirin.
 
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, li 30 welatan sinetkirina keçik an ji jinan pêk tê. Piraniya wan li parzemîna Efrîqa û Asya ne. Li gorî daneyên heman rêxistinê, li cîhanê 200 milyon jin û zarokên keç sinetkirîne.
 
Herwiha li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di nava 10 salên bêde, sinetkirin wê gefê li nêzîkî 70 milyon keçên li welatên cuda yên cîhanê bike, bi taybet ên li welatên parzemîna Asya û Rojhilata Navîn."