Eren Keskîn çû serdana Emine Şenyaşar

  • 12:01 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
RIHA - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin a çû serdana Emine û Ferit Şenyaşar ên têkoşîna xwe ya edaletê didomînin şalgerdan û qurnefîla ku Dayikên Şemiyê ji Emîne Şenyşar re şandibûn da wê. 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê  Îbrahim Halil Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê qetil kirin. Emîne ya ku du kurên wê û hevjînê wê hatin qetilkirin û Ferît Şenyaşar ê ji êrişê birîndar filîtî di 9'ê Adarê de dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskin çû serdana Emîne û Ferît ên li ber edliyeyê nobetê digirin. Erena ku di serdanê de axivî wiha got:"Êşa malbata Şenyaşar dikişîne wekî tevahiya êşên li Kurdistanê tên jiyîn e. Ev êş gelekî giran e loma têkoşîna wan jî didome."
 
Xelata Dayikên Şemiyê
 
Erenê da zanîn ku ew li ser navê Dayikên Şemiyê serdana malbata Şenyaşar dike û wiha got:"Dayikên Şemiyê jî ji ber polîtîkayên tunekirina di bin çavan de gelek zarokên xwe û xizmên xwe winda kirine. Heta roja îro jî mixabin hîn aqubeta van windayan ne diyar e. Wekî xwişka Emineyê ew jî di nava xizanî û êşê de jiyana xwe didomînin. Hem dayika Gulistan Doku û hem jî Emine Şenyaşar tevî sermayê û baranê daxwazên xwe li kuçeyan diqêrin. Dayikên Şemiyê jî diyar kirin ku qene ji bo sermayê negirin wan şalgerdan honandine."
 
Piştî axaftinê Erenê şalgerdan û qurnefîlên Dayikên Şemiyê şandin da Emîne Şenyaşar.