Şaredariya Silopiyê di peymana ku îmze kir de ji bo jin û zarokan xalên girîng hene

  • 09:01 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Di peymana ku Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê bi Sendîkaya Kar a Giştî ya ku girêdayî DÎSK’ê ye îmzek de ji bo jin û zarokan xalên girîng cih girtin. Hevseroka Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan, got: “Kesên ku jinan bi tundî û êrîşa zayendî re rûbirû bihêlin dê ji kar bên îhraçkirin û bişînin lijneya dîsîplînê.”
 
Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ku di bin rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye, di navbera Sendîkaya Kar a Giştî ya ku girêdayî DÎSK’ê ye di 27’ê Çileyê de Peymana Kar a Komî îmze kir. Di peymana ku hat îmzekirin de ji sedî sed mûçeyê kedkaran hat zêdekirin. Her wiha di peymanê de ji bo jin û zarokan jî xalên girîng cih girtin. Di peymanê de hat diyarkirin ku kesên ji xwendina zarokên keç re bibin asteng dê alîkarî ji bo wan neyê dayîn. Her wiha di peymanê de li dijî tundiya li ser jinê jî xalek hat bicihkirin. Di peymanê de hatiye diyarkirin ku kesên êrîşa zayednî û tundiyê li jinan bikin jî dê ji kar bên îhraçkirin û wan bişînin lijneya dîsîplînê ku li wê derbarê wan de biryar bê dayîn.
 
Hevseroka Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan, têkildarî peymana ku îmze kirin de axivî.
 
‘Me şert û mercên xwe pir giştî girtin dest’
 
Adalet, anî ziman ku dema demsal temam dibin peymanên xebatkaran tên nûkirin û wan jî di çarçoveya vê yekê de peyman amade kirine û wiha got: “Ji ber vê yekê dema wê hatibû ku em peymana xwe nû bikin. Ji bo vê jî me yekem dest bi amadekariyên xwe kir. Gel di warê aborî de. Di çarçoveya vê yekê de amadekirina peymanê gelek girîng bûn û her wiha barek giran bû. Demek dirêje ku piştî şewba koronayê welatî di warê derûnî de jî pirsgirêkên aborî dijîn. Xebatkarên şaredariyê jî di heman demê de di nava gel de cih digirin. Dema me peyman amade kir me ev hêstiyarî jî li ber çavan girt. Wekî çandekê partiya me HDP’ê jî di milê kedkaran de daxuyaniyek da û got 'pêwîste sazî bikaribin ji peymanên bên amadekirin ji kedkaran re bibin alîkar' û me ev jî di berçavan re derbas kir.  Ji ber vê yekê me xebatek girîng da meşandin.  Li gorî peymanê ji bo xebatkarên bi mûçe dixebitin ji sedî sed zêdebûn heye. Di xalên din ên aliyê civakî de jî dê alîkarî bên kirin."
 
‘Ji bo jin û zarokan xalên girîng hene’
 
Adalet, wiha berdewam kir: “Di peymanê de xaleke din a girîng jî xebatkarên ku zarokên wan diçin dibistanan ji bo wan jî dê alîkar bê kirin. Dema ku me ev xal amade kir me ji bo zarokên keç tolerans nîşan da.  Alîkariya ji bo keçan me zêdetir kir.  Xaleke din jî ew e dema ku ên zarokên keç neşînin dibistanê em ê ji bo zarokên kur ku dişînin jî alîkariyê nedin wan. Ji ber ku ev şertekî me yê esasî bû. Malbatên ku zarokên wan ên astengdar hene ji bo wan zarokan jî me xalek amade kir. Di jiyanê de kesên astengdar gelek zehmetiyan dikişînin. Mafê wan jî heye ku hem di milê kar, hem di milê dibistan û hem jî di milê rojane de pêwistiyêna wan bên cihanîn.  Ew gekek zehmetiyan dikişînin û ji ber vê yekê me ji bo wan jî xalek wisa amade kir ku bikaribin piştevaniyê bigirin. Xebatkarkarên ku zewicîne û zarokên wan hene û di malê dimînin, ji bo wan her meh em ê alîkariya malî bikin. Ev jî ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku di hêla aboriyê de herî zêde jin astengiyê dijîn. Jin bixebite an jî nexebite ferq nake, jin tim bi malê re eleqeder dibe.”
 
‘Kesên tundiyê pêk bîne desteya dîsîplînê dê biryarê bide’
 
Adalet, da zanîn ku li dijî tundiya li ser jinê hîn xalên taybet û cuda jî girtine dest û wiha behsa van xalan kir: “Tundiya li ser jinê di her qadê de gihiştiye asta herî jor. Saziyên fermî, kolan, meclîs, hûnermendên jin û li gelek cihan li jinan tundî tê kirin. Li gorî ve de di xala yekem de ger xebatkarekî şaredariyê tundiyê li jin û zarokan bike dê bê îhraçkirin û em ê wî kesî bişînin lijneya dîsîplînê. Li gor vê yekê dê biryar bê girtin. Di xala duyem de jî jinên ku di nava saziyê de dema bi tundiyê û tacîza zayendî re rûbirû bimînin dê gotina wan esas bê girtin. Her wiha kesê ku vê êrîşê pêk bîne jî dê biçe lijneya dîsîplînê û derbarê wî de biryar bê dayîn. Di lijneya dîsîplînê de herî kêm dê jinek jî hebe.”
 
Jin dê di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de bi destûr bin
 
Adalet, bi lêv kir ku di peymanê de ji bo jin di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de bi destûr bin biryar girtine û wiha pêlda axaftina xwe: “Rojên wek 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê ji bo me jinan gelek girîngin. Ji ber ku herdu roj jî girêdayî tundiya li ser jinê ne. Di 8’ê Adarê de jinan serkeftinek bi dest xistiye û li hemû devera cihanê jin wê rojê di çalakiyan de ne. Ji ber vê yekê mafê jinan e ku vê rojê li qadan bin. Ji ber vê yekê jî dê xebatkarên jin ên şaredariyê di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de bi destûra îdarî bin. Di her qada jiyanê de tundiya li ser jinê berdewam dike. Ji ber vê yekê jî di 25’ê Mijdarê de jî jin li dijî tundiyê dadikevin qadan û dengê xwe bilind dikin. Lewra jî me ji bo jinan biryarek bi vî rengî girt. Ev xal ji bo me gelek girîng bûn û ji ber vê yekê me bi taybetî ev xal kirin peymanê.”
 
‘Peymanek navnetweyî ye’
 
Adalet, diyar kir ku ev peyman her wiha wek peymanek navneteweyî ye û îmzekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê peymanê de xalên ku me ji bo jinan girtine dest hene,  me xwest bi van xalan cudakariya  di navbera jin û mêrê de ji holê bê rakirin.  Her wiha ji bo ku  ked û xebata jinê bê dîtin û neyê binpêkirin me ev biryarê da.”
 
‘Cara duyem wek peymana komî a kar hat îmzekirin’
 
Adaletê, di dawiya axaftina xwe de got ku ev peyman li Tiirkiyeyê cara duyem şaredariyên wan ev peyan îmze kirine û berdewam kir: “Cara duyemîne ku qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Piştî 2016, di sala 2019’an de me bi rêjeyek mezin şaredariyên xwe carekedin şûnde girtin. Lê mixabin piştî demek nêz qeyûm hatin tayînkirin. Pirsgirêkên civakî yên tevahî rêvebiriyên xwecihî hemû kesên ku li vê qadê siyasetê dikin eleqeder dike. Ev pirsgirêkên civakî çareserkirina wan em ji xwe re wek peywir dibînin. Ger ku qeyûm tayînê şaredariyên me nehatibûya kirin dê li wan jî peymaneke bi vî rengî bihata amadekirin. Ji ber vê yekê wekî şaredariyek HDP’ê me xwest ku em ji gelê xwe re pêşengiyê bikin û ji ber vê yekê me ev peyamn îmze kir. Di peymana ku me îmze kiriye de hin xal cara yekemîn cih digirin.  Piştî Îzmîrê cara duyem me ev peyman îmze kir. Herçend ku em di şert û mercên zor û zehmet de bin jî gelê me tu carî me bi tenê nehîşt. Gelê me jî gelek kedkar e. Ji ber vê yekê jî me xwest em ji gelê xwe re bibin bersiv.”