'Nobeta Edaletê' ya Amedê 82 roj in didome: Ji bo her kesî edalet

  • 16:29 5 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - 82 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Malbatan îro ev peyam dan: "Ji bo her kesî edalet hewce dike."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Amedê 82 roj in didome. Malbatên girtiyan bi çalakiyê dixwazin balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin. Îro endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Amedê hatin serdana nobetê. 
 
Sekreterê Giştî ya Egîtîm Senê Îkram Atabay, di serdanê de axivî û got: "Malbat li vir edaletê daxwaz dikin. Girtiyên nexweş di nav şert û mercên herî xirab de dijîn. Her roja ku derbas dibe jî rewşa wan xirabtir dibe. Li dijî vê tu gav nayên avêtin û ev tişt tê wateya bêhiqûqî yê. Em hêvî dikin ku dengê girtiyan bê bihistin. Sekna malbatan ji me re dibe hêvî. Em li cem têkoşîna we bin." 
 
Abdulselam Ada li Girtîgeha Tîpa F a Amedê girtiye. Xwişka Abdulselam Reşahat Ada, di serdanê de bal kişand ser hevdîtina bi rêya telefonê û got: "Di hevdîtina dawî ya bi telefonê de dengê birayê min Abdulselam baş nebû. Birayê min ji dil nexweş e. Li girtîgehan binpêkirina mafan her roja ku derbas dibe zêde dibe û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Dema dibin nexweşxaneyan jî bi rojan di karantînayê de tên hiştin. Di her derî lêxistinê de ez bi tirs derî vedikim û dibêjim gelo dê agahiyek ne baş ji min re bê. Edalet ji bo her kesî hewceye."
 
Încî Guler jî ji bo girtiyan di çalakiyê de cih digire û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesên ku dibêje ez mirov im divê me bibîne û guh bide dengê me. Kesên ku 30 sal in girtiye nayên berdan. Çend cezayên wan jî xilas bibe jî nayên berdan. Girtiyên ku rewşa wan ên tenduristiyê giran e nayê berdan ji ber ku kurd in nayên berdan.