'Ji Nobeda Edaletê' bang kirin: Bêhiqûqî û îşkenceyê bi dawî bikin
- 16:04 5 Sibat 2022
- Rojane
WAN - Malbatên ku ji bo xizmên xwe yên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin "Nobeda Edaletê" digirin ev bang kirin, "Bêhiqûqî û îşkenceyê bi dawî bikin."
"Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê di roja 57'emîn de berdewam dike. Îro Platforama Şaxên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê serdana malbatan kir.
'Bêhiqûqî û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bikin'
Berdevkê Demê yê KESK'ê û Hevserokê Şaxa SES'ê yê Wanê Zekî Seven, diyar kir ku armaca serdana wan, " Li gel dayikan cihgitin e." Zekî diayr kir ku divê girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin demildest bên berdan û got, "Li vî welatî pegala bêhiqûqiyê berdewam dike. Di vî warî de zext herî zêde li ser girtiyan hene. Em dibêjin bila bêhqûqî û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Em îro ji bo ku piştgiriyê bidin dayikên xwe yên têkoşer û bibêjin em li gel we ne li vir in."
'Bila girtî bên berdan'
Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan Dilşah Alkin jî got, "Serdana we em kêfxweş kirin, em ê edaletê bi têkoşîna xwe bînin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan. Heta girtî bên berdan wê têkoşîna me bidome."
Piştî axaftinan serdan bi dawî bû.