Çalakiya Xizmên Windayan di roja 676'an de ye

  • 13:46 5 Sibat 2022
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 678’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Alî Çelîk pirsîn ku li Mêrdînê hatibû qetilkirin. 
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û di bin çavan de hatine windakirin, di hefteya 678’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê çalakî li dar xistin. Çalakvan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatin gel hev û wêneyên windakiriyan rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Alî Çelîk hat vegotin ku di 11’ê nîsana 1994’an de li Mêrdînê hatibû qetilkirin. 
 
Di çalakiyê de ji ewil Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Mehmet Tahir Saçaklidir axivî û bertek nîşanî serdegirtina ÎHD’ê da. Mehmet Tahîr diyar kir ku ÎHD di nava 36 salan de gelek caran rastî zextan hatiye û wiha got: “Lê me ti carî ji têkoşîna xwe paşde gav neavêt. Bi awayekî derhiqûqî bi ser komeleya me de girtin. Em vê kiryarê şermezar dikin. Hewl didin ÎHD’ê wek ‘rêxistineke sûc’ nîşan bidin. Di serdegirtinê de rêveberên me hatin binçavkirin. Kesek nikare pêşî li têkoşîna mafên mirovan bigire.”
 
'Serpêhatiya Alî Çelîk'
 
Piştre jî ji rêveberên ÎHD’ê Derya Yildirim serpêhatiya Alî Çîçek vegot. Derya da zanîn ku Alî li gundê Susikelî ya gundê Girê Sor ê Dêrika Mêrdînê hem keyatî û hem jî cotkarî dikir û bavê 6 zarokan bû. Derya axaftina xwe wiha domand: “Alî, di salên 90’î de di serdegirtineke gund de hat binçavkirin. Hatibû îşkencekirin û 4 mehan jî girtî ma. Salek piştre koçer hatibûn dora gundê wan û bi vê hincetê jî qereqolê bangî Alî kir. Alî di 11’ê nîsana 1994’an de ji bo li qereqolê îfadeyê bide, ber bi Qoserê ve kete rê. Şahidan da zanîn ku herî dawî li cihekî nêzî gundê Germikê hatiye dîtin. Hefteyek piştî windabûnê jî cenazeyê Alî li Çewlika Dewletê ya Kaniya Xezalan hat dîtin. Cenazeyê Alî li Goristana Bêkesan hat definkirin. Piştî bihîstina bûyerê jî malbata Alî diçe cenazeyê wî werdigire û li gund vedişêrin. Dema cenazeyê Alî tê dîtin, dibînin ku destên wî hatine girêdan, guleyek li serê wî hatiye xistin û qetil kirine.”
 
Beşdaran, piştî daxuyaniyê ji bo windakiriyan çalakiya deqeyeke rûniştinê kir. 
 
Êlih
 
Di heman demê de xizmên windayan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 515’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankartê “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin. 
 
Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şiray di çalakiyê de axivî û got: “Ji salên 1990’î heta niha herî kêm 513 kes bi awayekî kiryarnediyar hatin kuştin. Ji van kesan 14 jê hêj jî winda ne. Di navbera salên 1992-93’yan de hejmara qurbaniyan gelek zêde bû. Di sala 1992'yan de 86 kes, di sala 1993'yan de 153 kes û di sala 1994'an de jî herî kêm 193 cînayet hatin kirin. Di nava qurbaniyan de zarok, jin û siyasetmedarên kurd jî hebûn. Gelemperiya van cînayetan di nava rojê de li navenda bajêr hatin kirin.” 
 
'Serpêhatiya Mehemet Guler'  
 
Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Mehmet Guler hat vegotin. Mehmet, di 1’ê kanûna sala 1997’an de ji Farqîna Amedê derbasî Êlihê bû. Ji wê rojê ve jî tu agahî ji Mehmet Guler nehatine girtin.