Derbarê dosyaya Nûrcan Yalçin de biryara nepenîkirinê

  • 12:51 5 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Hat diyarkirin ku li ser dosyaya Nûrcan Yalçina a hatiye binçavkirin biryara nepenîkirinê heye.
 
Nurcan Yalçin a ku duh polîsan bi ser mala wê de girt hatibû binçavkirin û piştî kontrola tendirustiyê birin Muduriyeta Polîsan a Amedê. Parêzerê Nûrcanê ku çû wê bibîne diyar kir ku ji bo Nûrcanê biryara ku nikarare 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike hatiye dayîn.
 
Îro piştî ku 24 saetên qedexya hevdîtina bi parêzer re qediyan, parêzer careke din çû serdana Nûrcanê û diyar kir ku vê carê jî derbarê dosyaya Nûrcanê de biryara nepenîkirinê heye.