Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb hat eşkerekirin

  • 09:19 5 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb hat eşkerekirin û di encamnameyê de wiha hat gotin: “Jinên êzidî û ereb ji bo xwe gihandina azadiya jinê û parastina jinê dê têkoşînekî xûrt bi hev re bidin meşandin. Her wiha komîteya amadekar dê ji bo komcivîneke din a li Bexdayê bê lidarxistin dest bi xebatan bike." 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), cara yekem di 29’ê Sibatê de şêwira Jinên Ereb û Êzidî bi dirûşma “Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike” li nehya Til Îzêr a Şengalê hat lidarxistin. Gelek jinên ereb û êzidî tevlî şêwirê bibûn. Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb hate eşkerekirin. Encamnameya ji aliyê TAJÊ'yê ve hat eşkerekirin.
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ ) piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê de xwe bi rêxistin kiriye. Çeteyên DAIŞ’ê di şexsê jina êzidî de civaka êzidî bi giştî di qirkirinê re derbas kir. Ji ber ku jin bê rêxistin bû û îradeya wê ji destê wê hatibû girtin, di fermanê de herî zêda jin bûna qurbanî. Ji bo ku ev qirkirina ku di şexsê jinê de li ser civakê pêk hatî di cîhanê de weka Jenosayid bê naskirin TAJÊ di hemû aliyan de xebat dide meşadin. Her wiha ji bo ku qirkirin dubare neba Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ ) rêxistin kirina jinên êzidî û hemû jinan hedef dike. Bi rêxistinên jin yên heyî re peywendî dike û xebatên hevbaş dide meşandin.
 
Bi armanca ku qirkirina li ser jinên êzidî û civaka êzidî ya di fermana 74’an de pêk hatibû di asta Iraqê û cîhanê de were nas kirin, her wiha naskirina  rêxistinbuna jinên ezidî ya di warê parastinî, siyasî, civakî û îdareyê de ku piştî fermanê hatine ava kirin, di 29-01- 2022’yan de li navçeya Til Ezêr ya Şengalê di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ ) de şêwra jinên Êzidî û Ereb hat li darxistin. Şêwir bi mijarên û niqaşên girîng hat derbaskirin.
 
Di encamê Şêwira jinên Êzidî û Ereb ya bi pêşengtiya TAJÊ de wê ev xebat di demê pêş de werin kirin.
 
* Jinên êzidî û ereb heman demê hemû jinên Iraqê ji hemû pêkhateyan de ji bo xwe gihandina azadiya jinê û parastina wê, têkoşinekî xûrt bi hev re wê bê meşandin.
 
* Komîteyekî amadekar hate avakirin ji jinên êzidî û ereb, ji bo xebatê komcivîneke din li Bexda bê lidarxistin.
 
* Ji bo jenosayd li ser jin were qebûlkirin, xebatekî hevbeş were meşandin. Hewldana xurtkirina xebata jin û yekîtiya jin li her derê were meşandin.
 
* Ji bo rawestindina şîdeta li ser jin û hilweşandin zihniyeta dewlet û mêr, têkoşîneke hev beş were meşandin.”