Li Wanê 56 roj in 'Nobeta Edaletê' berdewam dike

  • 16:51 4 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Wanê 56 roj in didome. Malbat îro jî banga pêkanîna edaletê kirin û daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş kirin.
 
Li Baroya Wanê 56 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Malbatên girtiyan li dijî tedawînekirina girtiyên nexweş û betalkirina înfazan dest bi çalakiyê kirin. Dayika Malîk Demîragaç ê 6 sal in li Bandirmayê girtiye Emîne Demîragaç, bavê Sînan Salhan ê 10 sal in li Bafrayê girtiye Suleyman Salhan, bavê Botan Tîmur ê 6 sal in li Girtîgeha Wanê Kazim Tîmur tevlî çalakiyê bûn. 
 
Xebatkarên Komeleya Lêkolînê ya Çand û Huner a Ziman a Wanê (ARSÎSA), rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Wanê, serdana nobetê kirin. 
 
Di serdanê de hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babûr axivî û piştevaniya xwe ya bi malbatan re anî ziman. 
 
Xebatkarê ARSÎSA Agît Ararat, di serdanê de axivî û got: "Em xwedî li sekna bi rûmet derdikevin. Em ê her tim bi malbatan re bin. Daxwazên malbatan daxwazên me ne jî. Niha jî tecrîd didome. Malbata Şenyaşar li Rihayê edaletê digere, malbata Gulistanê li Dêrsimê edaletê digire. Dayik li Amed û Wanê edaletê digerin." 
 
Emîne Salhan a ku tevlî nobetê bûye wiha axivî: "Em ji bo edaletê çalakiya xwe didomînin. Em daxwaza serbestberdana zarokên xwe dikin. Li Tirkiyeyê edalet nîne. Di nav 6 salan de tenê min carekî çûme hevdîtinê. Ez nikarim biçim hevdîtinê. Divê hemû girtî serbest bên berdan. Em tenê daxwaza edaletê dikin." 
 
Suleyman Salhan, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kurê xwe Suleyman Salhan û wiha bi lêv kir: "Gelo girtîgehek din tunebû, kurê min sewqê Bafrayê kirin. Ez wek kurdek edaletê dixwazim. Ez 75 salî me û min tu carî edaletek li vî welatî nedît. Heke we dîtibe kerema xwe ji me re bêjin."