Daxuyaniya Gelek Navendên PEN’ê: Em ji binpêkirinên li Tirkiyeyê dilgiran in

  • 13:17 4 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navendên PEN'ê li dijî binpêkirin, êriş û astengiyên dewleta tirk bi daxuyaniyên xwe bertek nîşan dan û gotin:" Em ji binpêkirinên li Tirkiyeyê dilgiran in."
 
Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan, berbendkirinên demokrasiyê û astengiyên li ber azadiya derbirîn û çapemeniyê wekî gelek caran, vê carê jî gelek navendên PEN’ê dilgiran dike û dixe nava liv û tevgeran. 
 
Li gor agahiyên îro PENa Kurd li ser malpera xwe parve kiriye, Caroline Stockford a ku hem di PENa Norwecê de ‘Şêwirmenda Maseya Tirkiyê’ ye, hem jî ‘Endama PENa Gallerê’ ye, di hesabê xwe yê tora civakî de bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew derbarê demokrasî, mafên mirovan û azadiya derbirînê ya li Tirkiyê de dilgiran û bi endîşe ne.
 
Stockfordê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser veguhestina Wezîrê Edaletê û diyar kiriye ku Bekîr Bozdagê wezîrê nû, xwediyê rabirdûyeke ne baş e, di dema kuştina Tahîr Elçî yê parêzerê mafên mirovan û Serokê Baroya Amedê de, dîsa wezîr bûye, tevî ku soza peydakirina kujeran daye malbata Elçî jî, heta niha derbarê vê bûyerê de tiştek nehatiye kirin.
 
‘Pîlaneke zextan û çewisandinê heye’
 
Herwekî tê zanîn çend roj berê Wezîrê Edaletê Abdulhamîd Gul ji karê xwe îstîfa kiribû, Îstîfaya wî ji aliyê Serokomar ve hatibû pejirandin û di cihê wî de wezîrê beriya wî Bekîr Bozdagê ku dilsozekî hikûmeta AKP’ê û Serokomar Erdogan e, bibû wezîrê nû.
 
Şayanê gotinê ye ku Bekîr Bozdag, di serdema wezîrtiya xwe ya berê de, derbarê tacîza zarokekê de, diyar kiribû ku di meseleya tacîzê de ‘rizaya’ zarok jî hebûye û ev daxuyaniya wî di nav raya giştî de bibû sedema nerazîbûnê.
 
Stockfordê herwiha bal kişandiye ser biryarnameyên Serokomariyê û gotiye ku di van biryarnameyan de bi awayeke eşkere pîlaneke zextan û çewisandinê heye. Li gorî Şêwirmenda Tirkiyê ya PENa Norwecê, di demên dawî de 6 malperên demokrat û sosyalîst hatine girtin û ev biryarname wê di rojên pêş de rê li ber girtina bernameyên televizyonan û malperên din jî veke.
 
Caroline Stockfordê, herwiha di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ewê rewşa dawî ya li Tirkiyê bixin rojeva civîna xwe û wekî PENa Norwecê li ser rewşa heyî daxuyaniyeke nivîskî belav bikin.
 
PEN’a Norwecê piştî nameya endama xwe, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de rewşa heyî ya li Tirkiyê eşkere kir û gumanên xwe yên di vî warî de bi tundî ragihand. 
 
‘Bi biryarnameyan 185 dezgehên çapemeniyê hatine girtin’
 
Di daxuyaniya ku gelek PEN’ên dinyayê bi îmzeya xwe piştgirî danê de, rewşa binpêkirin û çewsandinên li ser şagirt û hîndekarên Zanîngeha Bogaziçiyê û endamên LGBT’yiyan jî hatiye şîrovekirin.
 
Di daxuyaniya ku PENa Navneteweyî, PENa Kurd, PENa Norwecê, PENa Tirkiyê, PENa Hollanda, PENa San Miguel, PENa Danîmarka, PENa Almanya, PENa Romanya, PENa Amerîka, PENa Swêdê, PENa Esperanto, PENa Wietnamê (Li Derve-Exil), PENa Melbournê û PENa Xirwatiyayê îmze kirine de, ji rêveberî û hikûmeta Tirkiyê hatiye xwestin ku divê bûyerên heyî yên binpêkirinan berdewam nekin, hurmet ji azadiya çapemenî û medyayê re bê kirin û rê li ber mafê îfadeya derbirînê bê vekirin. 
 
Daxuyanî eşkere dike ku Biryarnameyên Serokomariyê destê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) xurt dike û heta niha bi biryarnameyan 185 sazî û dezgehên medya û çapemeniyê hatine girtin û ew guman dikin ku rewşa heyî xerabtir bibe.
 
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku di sala 2021ê de, di nav endamên Konseya Ewropayê de, Tirkiye derbarê dosyayên binpêkirinên mafên mirovan de, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de di rêza yekê de ye û ev yek wan dixe nava endîşe û fikarên giran. Li gorî daxuyaniyê li heman mahkemeyê, Tirkiye piştî Rûsyayê bûye duyemîn ku herî zêde xwedî dosyayên li ber dîwana mehkemê ne. Şayanê gotinê ye ku berê Tirkiye di rêza çaremîn de bû!
 
PEN’en ku di bin daxuyaniyê de îmzeya wan heye diyar kirine ku ewê her wekî berê, ji niha û pêve jî rewşa binpêkirinên li Tirkiyê ji nêz ve bişopînin. 
 
Ji vê lînkê hûn karin xwe bigihînin agahiyên pêwendîdar: