Malbata Şenyaşar: Deriyên edliyeyan awêneya edaleta Tirkiyeyê ne

  • 12:10 4 Sibat 2022
  • Rojane
RIHA - "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 333'yemîn de dewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parkirin kirin:"Deriyên edliyeyan awêneya edaleta Tirkiyê ye."
 
Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 333’yemîn de li ber edliyeyê dewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş e îro nehat cihê nobedê. Ferît Şenyaşar hat ber edliyeyê û nobet dewam kir. 
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî nobedê ev peyam parve kir: "Deriyên edliyeyan awêneya edaletê ya Tirkiyeyê ne. Cubeyên remza wîjdan û bêalî yên li Edliyeya Rihayê ne, vala ne! "Salek e li deriyê edliyeyê zilm didome. Em bi şev û roj li edaletê digerin."