'Dewleta tirk bi êrişan nikare îradeya me têk bibe'

  • 09:05 4 Sibat 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Jinên li Şehbayê dijîn êrîşên dewleta tirk ên li ser Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê şermezar kirin û ev tişt anin ziman:"Em êrîşên hov ên li ser Şehba, Mexmûr, Dêrîk, Şengalê yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kirin şermezar diken. Di encama êrîşan de şehîd û birîndar hene. Di heman demê de hin jê sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê jinên li Şehbayê bertekên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Dewleta tirk bi êrişan nikare îradeya me têk bibe."
 
'Dewleta tirk bi êrişan nikare îradeya me têk bibe'
 
Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya herêma Efrînê Zelûx Reşîd diyar kir ku ew ê serî netewînin û wiha got:"Piştî dewleta tirk û çeteyên wê li bajarê Hesekê bi bin ketin êdî dest bi êrîşan dike û wiha pê de çû: "Êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kirin bi awayekî hovane ye. Em hemû dizanin ku êrîşên duh weke bersiveke ji dewleta tirk e. Êrîşên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di 20'ê çileyê de li ser girtîgeha xiwêranê teqez bû ku plansaziyeke hevpar bû, lê bi têkoşîna me careke din ev pilan bi bin ket lê li beramberî wê zêdetirî 120 Şehîdên doza azadiyê ji bo jiyaneke bi rûmet canê pîroz feda kirin. Li ser Şehba, Mexmûr, Dêrik û li ser Şengalê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve êriş hatin kirin lê di encama êrîşan de Şehîd û birîndar hebûn di heman demê de hin jê sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Teqez bû ku çiqasî tirk bi hêrs û nefret êrîşî kurdan dike. Em weke Rêvebriya Xweser planên êrîşên dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin. Divê ku dewletên Yekbûyî û cîhanî çavên xwe veke û rastiya Erdogan nas bike, ji ber ku ew û DAIŞ metirsiyeke mezin di cîhanê de nîşan didin, ji ber wê jî pêwîst e ku dewletên navneteweyî bi erk û berpirsyartiya xwe rabin. Îro dinya tevahî deyndarê me ye ji ber em li hemberî terora wek DAIŞ'ê şer dikin."
 
'Em dixwazin mafekî me di cîhanê de hebe'
 
Endama kar û barên civakî ya wargeha Berxwedan Kîfeh Koto da zanîn ku êrîşên dawiyê ku hatine kirin ew şermezar dikin û ev tişt anî ziman: "Destên dewletan di êrîşên ku li ser girtîgeha xiwêranê de hene, armanca wan ew bû ku pirojeya Rêveberiya Xweser ji holê rabikin ango tune bikin. Bi xwîna Şehîdan û berxwedana QSD'ê pilanên DAIŞ'ê têk çû. Dema ku pilanên wan têk çû êdî tirk bi faşîzma xwe ya hov e û bêpayîn êrîş dike. Bi taybet li ser sivîlan. Êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve duh pêk hatine li Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê bûn. Li pêşiya çavên dunyayê tevahî dibe, lê heya niha naxwazin ji bêdengiya xwe derkevin û bi mafê kurdan bang bikin. Êdî bes e ji kiryar û êrîşên faşîzma Tirkiyeyê ya li ser gelên kurd. Em di jiyanê de dixwazin mafekî me di cîhanê de hebe."
 
'Ev êriş li ber çavên hemû dewletan dibe'
 
Endama Komîteya Lihevhatinê ya kampa Berxwedan Nisrîn Şeabo teqez kir ku piştî ku ew ji Efrînê koçberî Kantona Şehbayê bûne jî dîsa Erdogan bi êrişên xwe ji wan neqetiyaye û wiha got:"Di heman demê de em rû bi rû bi êrîşan re dijîn. Em ji warê xwe hatine koçberkirin lê dîsa dewleta tirk a dagirker êrîşan li ser gelê kurd pêk tîne. Bûyerên ku dawiyê ji aliyê DAIŞ'ê û dewleta tirk a dagiker ve hatine qewimandin li pêşiya çavên dewletan hemûyan dibe. Em êrîşan şermezar dikin. Pêwîst e ku dewlet li hev bicivin û çareseriyek ji êrîşan re bê dîtin û her kes vegere cih û warê xwe. Li hemberî êrîşan em berxwedaneke bêhempa berdewam dikin. Bi hêviya vegera Efrînê em li Kantona Şehbayê heya roja îro mane. Piştî berxwedana QSD'ê di girtîgeha xiwêranê de û şikandina terora DAIŞ'ê di wê derê de tirk nizane wê çibike, êrîşan pêk tîne."