Platforma Jinan a Wanê serdana 'Nobeda Edaletê' kir

  • 16:38 3 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN -"Nobeda Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş ve hatiye destpêkirin di roja 55'an de berdewam dike. Endamên Platforma Jinan a Wanê ku çûn serdana çalakiyê  piştgiriya xwe bi malbatan re ragihandin û gotin, "Em bi dayikên wekî we berxwedêr serbilind in."  
 
"Nobeda Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ve hatiye destpêkirin di roja 55'an de berdewam dike. Îro jî Endamên Platforma Jinan a Wanê çûn serdana malbatan. Herwiha Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin jî çû serdana malbatan. Dîba got ku ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş ên li ber mirinê hene û got ku ew piştgiriyê dide çalakiya malbatan. 
 
'Em ê li her qadê daxwazên we bînin ziman'
 
Piştre li ser navê Platforma Jinan a Wanê Sekretera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ya Wanê Sevîm Çîçek axivî û got, “ Di dewleta hiqûqê ya demokratîk de nayê qebûlkirin ku herî kêm 780 zarok di girtîgehan de girtî bin û mirina girtiyên nexweş ên giran mîna topa berfê mezin bibe, deng neyê bihîstin, gav neyên avêtin, bi taybetî girtiyên nexweş ên giran bi tabûtan ji girtîgehê derdixin.  Weke Platforma Jinan a Wanê ji bo em hestên xwe yên hevpar bînin ziman me serdana xwe kir. Em ê van pirsgirêkan bînin ziman, mafên we biparêzin û li dijî vê bêhiqûqiyê li herêmên xwe têbikoşin. Em bi malbatan re ne."
 
'Em bi hebûna dayikên wekî we serbilind in'
 
Endama Komeleya Jinan a STAR'ê Rojbîn Bor jî wiha got; “Em hêza we dizanin. Hayê dewletê jî ji hêza we heye. Di pêvajoyên grevên birçîbûnê de cîhan bû şahid ku hêz û vîna we dikare çi bike. Bi saya têkoşîna we greva birçîbûnê gihişt armanca xwe. Em bi we serbilind in. Em bi hebûna dayikên wekî we kêfxweş in. Em heta dawiyê piştgiriya we dikin.”
 
Em ji kesî natirsin: ji ber ku em rast dibêjin
 
Yek ji xizma girtiyan  Dilşah Alkan ku piştî peyamên jinan axivî, diyar kir ku çalakiya wan pêvajoyek 2 mehan li pey xwe hişt û ji ber serdanê spasiya wan kir. Dilşah got, “Ez serbilind im ku îro gelek jin bi hev re tên serdana me. Daxwazên me di cih de ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Heta ku dilopek xwîna me hebe jî em ê li vir nobetê bigirin û heta bigihêjin armanca xwe li ber xwe bidin. Em ji kesî natirsin. Ji ber ku em mafdar in, "
 
Piştî axaftinan serdan bi dawî bû.