Adalet Kaya: Wê jin ji bo Aysel Tugluk bibin yek deng

  • 14:36 3 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - DAKAP'ê têkildarî neberdana Aysel Tugluk û girtiyên nexweş daxuyanî da û ji bo Ayselê qert şand. Adaletê di daxuyaniyê de got wê jin ji bo Aysel Tugluk bibin yek û peyama mezinkirina têkoşînê da.
 
Platforma Dîcle Amedê ya Jinan (DAKAP) ê têkildarê Aysel Tugluk a ku di girtîgehê de teşhîsa nexweşiya Demansê lê hatiye diyarkirin daxuyanî da. Di daxuyaniya li ber PTT’ya li Ofîsa Yenîşehîrê cih digire hatiye dayîn de seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî. Piştî daxuyaniyên ji bo Aysel Tugluk qert hatin şandin.
 
Adalet diyar kir ku ew ji bo Aysel Tugluk weke hezar jinan ketin rê û wiha pê de çû: “Jin ji bo Aysel li her deverê tora xwe mezin dikin. Îro em jî ji Amedê ji bo Aysel û hemû girtiyên nexweş li vir kom bûn. Girtiyên nexweş rûxmê rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne jî tên girtin. Li rex vê yekê Aysel di pêvajoya xwe ya girtîgehê de bi ser diya xwe re rastî gotinên zayendperest û nîjadperest hatiye. Ev ji nexweşiya wê û travmeya wê pêş de bir. Em ê li dijî van êrişan û binpêkirinên mafan tora xwe ya jinan mezin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo Aysel Tugluk kart hate şandin û dirûşmên “Aysel Tugluk Vîna Me ye” hate berz kirin.