Emîne Şenyaşar: Gelo kes me nabîne?
- 13:00 3 Sibat 2022
- Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar a ku 'Nobeda Edaletê' di roja 332'yan de berdewam dike, got, "Gelo kes me nabîne. Lê heta ku lawê min bê berdan wê têkoşîn bidome."
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku 3 ferdên malbata wan ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamentere AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine kuştin di roja 332'an de berdewam dike. Emîne û lawê xwe yê ku ji komkujiyê bi bîrîdarî rigar bû ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Riyayê, pankarta ku wêneyê xizmên wan ên hatin qetilkirin li ser daliqandin û dest bi nobetê kirin.
'Bila lawê min ji girtîgehê derkeve'
Emîne diyar kir ku ew nêzî salekê ye nobeta xwe li gel serma û germayê berdewam dike û got, "Gelo kes me nabîne." Emîne diyar kir ku ji bo lawê wê yê girtî bê berdan nobetê digire û berdewam kir, " Tenê ne ji bo lawê xwe ji bo hemû girtiyan edaletê dixwazim .Ji malbata me 3 kes qetil kirin, Ferît jî birîndar bû .Tenê lawê min girtin hepsê .Ev çawa edalet û wicdan e. Êdî bes e bila lawê min ji hepsê berdin. Dixwazim berî bimirim lawê xwe bibînim .Ger ku lawê min bernedin bila ez li ber edliyê bimirim. Heta lawê min bê berdan ez ê li ber edliyê bim."