Nexweşa giran Fatma Tokmak: Ez dixwazim tedawiya min bê temamkirin

  • 12:26 3 Sibat 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Nexweşa giran Fatma Tokmak a ku ji aliyê cendermeyan ve hatibû xwestin bi zorê bi livînan bê kelepçekirin û bi rojan xeber jê nedihat girtin û li Girtîgeha Bakirkoyê dihat girtin bi peyama ji me re şand wiha got:"Ez dixwazim demildest tedawiya min bi dawî bibe."
 
Nexweşa giran Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê dihat girtin û demeke dirêj e tedawiya wê nedihat kirin piştî rewşa wê giran bû şûnde di 12'ê Çileyê de rakirin nexweşxaneyê û ji aliyê cendermeyan ve bi zorê hat xwestin bi livînan ve bê kelepçekirin. Fatma ya razandina wê ya li nexweşxaneyê çênebû birin nexweşxaneyê û 14 rojî di karantînay3e de ma û piştre hat hînbûn mafê wê yê telefonê hatiye astengkirin. Fatma ya ku di 30'yê Çileyê de bi parêzer û lawê xwe Azad re axivî peyam ji ajansa me re şand û parêzerên wê derbarê rewşa wê de agahî da me. 
 
Dîsa sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
 
Parêzer diyar kir ku di vegera nexweşxaneyê de Fatmayê bi hevaleke xwe ya girtî re maye tevî ku karantînaya wê ya 14 rojî qediyaye jî tu muxatap nedîtiye û di 28'ê Çileyê de ew dernexistine hevdîtina telefonê. Tevî ku Fatmayê îtiraz kiriye jî mafê wê telefonê nehatiye bikaranîn. Parêzeran li ser vê yekê di 30'ê Çileyê de îtiraz kirin. Her wiha Fatmayê di 27'ê Çileyê de ji bo kişandina Ekokardiyografi (EKO) birine nexweşxaneyê lê belê li wir cendermeyan bi zorê xwestine wê bi livînan ve kelepçe bikin. Her wiha parêzer diyar kir ku leşker nexwestiye ji odeya muayeneyê derkeve û xwestiye Fatmayê bi kelepçekirî bê muayenekirin û bi vî rengî îşkence lê kiriye. Fatmaya ku muayeneya bi kelepçeyê qebûl nake piştre bi derketina leşker bi awayekî bê kelepçe tê muayenekirin. 
 
'Divê azad bibe'
 
Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Leman Yurtsever bertek nîşan da ku çima Fatmayê tevî nexweşiya xwe nayê berdan û bi binpêkirina mafan rû bi rû dimîne û wiha got:"Divê azad bibe. Em dixwazin ew bigihêje lawê xwe Azad. Fatmayê dema di 1996'an de hate binçavkirin bi zarokê xwe Azad re hat îşkencekirin. Hemû îtirazên ku hatin kirin bê encam man. Fatmayê bê sûc di girtîgehê de tê hiştin. "