Parêzer Zuhal Işik: Serlêdana me nehat bersivandin

  • 09:06 3 Sibat 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Cîgira Serokatiya Baroya Amedê, parêzer Zuhal Işik da zanîn ku li ser banga Buroya Hiqûqê ya Asrin serî li Wezareta Dadê dane lê der barê serlêdanê de hîna bersivek nehatiye dayîn.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çar girtiyên din ên li gel wî li girtîgeha Îmraliyê girtîne bi mehane agahî nayê girtin. Parêzer ev demeke dirêj e ji bo hevdîtinan bi muvekîlê xwe re bikin serlêdanan dikin lê bersivekê nagirin. Ev hemû ji ser giranbûna tecrîdê pêk tê û li girtîgehan jî zext û îşkenceya li ser girtiyan didome. Malbatên girtiyan ji ber van pêkanînan li Baroya Amed û Wanê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin.
 
Cîgira Serokatiya Baroya Amedê, parêzer Zuhal Işik der barê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de nirxandin kir.
 
‘Tecrîd rêbazeke li dijî rûmeta mirovahiyê ye’
 
Zuhalê bi lêv kir di vê sedsalê de hîna tecrîd tê axaftin û ev jî rewşeke ku mirovan gelek aciz dike ye û ev nirxandin kir: “Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek mafên sereke nikarin bên bikaranîn. Binpêkirinên mafan tên jiyîn. Mafê herî sereke, mafê jiyanê ye. Ev maf hem di mevzuatên navneteweyî hem jî ya neteweyî de di bin ewlehiyê de ye. Lê di demên dawî de wek hûn jî dizanin girtiyê nexweş nayên berdan, li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Cezakirin hatiye asta binpêkirina mafê jiyanê. Ne pêkan e ez wek hiqûqnasekê vê qebûl bikim.”
 
‘Wezaret hîna li me venegeriyaye’
 
Zuhalê anî ziman ku qanûna parêzeriyê ya hejmar 1136, berpisyariya parastin û pêkanîna mafên mirovan û asta jorbûnê ya hiqûqê, dide ser baroyan û wiha dirêjî dayê: “Baroya Amedê ji ber vê berpirsyariya xwe bi salane têdikoşe. Di vê çarçoveyê de Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bangeke ku Baroya Amedê jî tê de ye li 28 saziyan kir; Buroya Hiqûqê ya Asrinê ev 8 meh in bi muvekîlên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê ne re hevdîtin nekiriye. Ji ber van fikarên cidî hene û agahî ji wan nayê girtin. Der barê vê de hewldan hatine kirin. Me di vê mijarê de serî li Wezareta Dadê da. Lê hîna  bersivek nehatiye dayîn. Ev jî me malbat û parêzeran dike fikaran.”
 
‘Malbat ji 15’ê Mijdarê de ye li baroya me di çalakiyê de ne’
 
Zuhalê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî û di mijara nobetên edaletê de jî wiha daxuyand: “Malbat ji 15’ê Mijdarê de ye li baroya me di nobeta edeletê de ne. Daxwaza wan ev e ku ji bo dermankirina girtiyên nexweş bên kirin bila înfaza wan bê taloqkirin. Ne tenê li Amedê li her derê Tirkiyeyê nêzî  300 hezar girtî hene. Ji van hezar û 600 girtiyên nexweş in. Yên nexweşiyên wan cidî ne hene. Malbat ji bo xizmên wan bên dermankirin niha li baroya me di çalakiyê de ne.”
 
‘Serlêdana ji bo Aysel Tugluk nehat bersivandin’
 
Zuhalê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk jî û got Aysel 8 mehan ji aliyê doktorê pispor ê ATK’ê ve hatiye kontrolkirin û wiha got: “Di esasa rapora hatiye amadekirin de di tenduristiya Ayselê de pirsgirêkên cidî tê jiyîn û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Tevî vê raporê Aysel hîna girtiye. Piştre ATK’ê di meha îlonê de raporek nû da û got dikare di girtîgehê de bimîne. Me 20 baroyan bang kirin. Lê ji bo vê serlêdana me hîna bersivek nehatiye dayîn. Em wek Baroya Amedê bi salane der barê binpêkirinên mafan de raporan bi rayagiştî re parve dikin. Divê di vê mijarê de gavên pêwist bên avêtin. Em di demên dawî de agahiyên mirinan ji girtîgehan digirin. Em wek Baroya Amedê li dijî binpêkirinên mafan dest ji têkoşîna hiqûqî bernadin.”