Komploya navneteweyî têkoşîna azadiya jinê hedef girt

  • 09:02 3 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Jinan der barê komploya navneteweyî de nirxandin kirin û gotin: “Komployek li dijî azadiya jinê bû. Ji  7’an heta 70’ê her kes li dijî komployê li berxwe dide.”
 
Komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û di ser komployê de 23 sal derbas bû. Piştî komployê li her derê cîhanê mirov daketin kolanan û çalakî pêk anîn.
 
Rojnameger Heval Nesrîn Aslan û hunermenda kurd Denîz Deman der barê komployê û bandorên wê de axivîn.
 
‘Kurd bi rojan, hefteyan li qadan bûn’
 
Rojnameger Heval Nesrîn Arsalan da zanîn ku dema komploya 15’ê Sibatê pêk hatiye li Fransayê zanîngeh dixwend û got ji çapemeniyê hînî komployê bûye û wiha dirêjî dayê: “Çawa komplo hat bihîstin hema spontane çalakî pêk hatin. Hemû kurd di çalakiyê de bûn. Çawa hat bihîstin ku Rêberê Gelê Kurd hatiye Romayê mirovan berê xwe dan Romayê. Bi otobus, wesayît û derfetên xwe diçûn. Ji malbata min jî gelek kes çûn. Lê ez neçûm. Ji ber ez neçûm ez gelek giriyam. Bi rojan bi hefteyan  gelê kurd li qada ku navê Kurdistan lê hatibû danîn rûniştin, ji bo serokatiya xwe bibînin, ji bo Îtalya îltîcayê qebûl bike zext dikin. Çalakiya wir gelek mezin bûn. Vê nîşan da ku xwedîderketina li serokatiyê çiqas mezin e. Me li Strasburgê çalakî pêk anîn. Strasburg cihekî biçûk e, kurd zêde lê tune ne. Lê di carekê de ji dehezarî zêdetir kes tevlî çalakiyê bûn. Li mirovan dan, bi erdê ve hatin kaşkirin, gelek kes hatin binçavkirin. Lê tevî her tiştî şûnde gav nehat avêtin. Li Berlînê li ber seferatxaneya Israîlê çalakî pêk hat û leşkerên Israîl sê welatiyên kurd qetil kirin. Bi dehan kes birîndar bûn.”
 
‘Xwedîderketinê ew tirsandin’
 
Hevalê daxuyakirin ku yên komplo pêk anîn ev xwedîderketina bi heybet a li Abdullah Ocalan texmîn nekirin û vê berxwedan û serhildana gelê kurd bi van hêzan şûnde gav da avêtin. Hevalê daxuyand ku ger ev xwedîderketin û berxwedan tunebûna wê der barê Abdullah Ocalan de rewşên cuda bihata jiyîn, lê xwedîderketinê ew tirsandin. 
 
‘Hêzên komploger bi ser neketin’
 
Hevalê wiha dirêjî dayê: “Komployê bandorek mezin li ser jinan kir. Têkoşîna azadiya Kurdistanê mijareke jinê ye. Jin di pêvajoya komployê de di nokteya bawerî, bixwebawerî û partîbûnê de bûn. Yanî bi komployê re êrîşa herî mezin li hember jinan çêbû. Piştre agahî ji Îmraliyê dihatin û jinan di vê perspektîfê de xwe ji nû ve bi rêxistin kirin. Dema îro mirov li tevgera jinên kurd dinêrin, tevgereke ku ji hemû jinên cîhanê re pêşengiyê dike ye. Mînak îro li Rojava pergalake azadîxwaz a jinê tê avakirin. Hêzên komploger di têkçûna vê pergalê de bi ser neketin.”
 
‘Hunermendan jiyanek bê Rêbertî qebûl nekirin’
 
Hunermenda kurd Denîz Deman jî çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ya bi armanca şermezakirina komploya navneteweyî li her derê cîhanê pêk hatin bi bîr xist û bi lêv kir ku gelê kurd peyama ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ pir zelal daye û wiha dirêjî dayê: “Ev çalakî ketin rojeva hemû cîhanê. Bi armanca şermezarkirina vê pêvajoyê bi taybet hunermendan zincîrên xwe ava kirin û li gelek deverê meşên dirêj pêk anîn. Li ber CPT û Komîsyona Mafê Mirovan nobet girtin û bi taybet gotin ku ew jiyaneke bê Rêbertî qebûl nakin.”
 
‘Huner eniya girîng a şoreşê ye’
 
Denîzê her wiha destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di alî gelê kurd de îfadeya ‘azadî û hebûnê ye’ û bandora komployê ya li ser huner û hunermendan jî wiha anî ziman: “Hunermendên gelê ku her tim di lêgerîna azadiyê de, mijara wan a hunerê zêdetir azadî, têkoşîn û berxwedan bû. Ji tespîta Rêbertiyê ya ‘hunermend wijdanê gel e’ derketin rê û ji teşeyê kêf û coşê wêdetir, li gorî min enîyeke şoreşê ya girîng e. Di vê pêvajoyê de Sefkan, Hogiran, Delîlayan bi hunera xwe girse rakirin ser piyan û meşiyan şoreşê û nîşan dan ku hêza hunerê çiqas bi bandor e.”
 
‘Kompoloyek li dijî azadiya jinan bû’
 
Denîzê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku 15’ê Sibatê ji bo jinan wateyeke girantir diafirîne û wiha dawî lê anî: “Pergala azadîxwaz, ekolojîk, demokratîk û ya jinan esas digire ya Rêberiyê li dijî pergala 5 hezar salan pêş ketiye, ji bo jinan bûye hêviyek mezin. Ji bo vê jî komplo di alî jinan de gelek giran e. Di heman demê de jin bûn xwebûn û ji bo vê jî dayîna têkoşînê hewldaneke şoreşger e. Di vî alî de em dikarin bêjin komplo li dijî dîroka azadiya jinê jî hatiye kirin.”