Saliha Aydeniz: Bi êrişan dixwazin tola DAÎŞ'ê bigirin

  • 17:01 2 Sibat 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz diyar kir ku piştî êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Hesekê vala hat derxistin şûnde Tirkiyeyê êrişî Şengal, Mexmûr û Dêrikê kir û wiha got:"Ev êrişana girtina tolê ya ji bo DAIŞ'ê ye. Lê belê gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê ne bi tenê ye."
 
Balafên şer ên TSK'ê di 1'ê Sibatê de Şengal, Mexmûr û Dêrika Hemko bombebaran kirin. Ji Fermandariya Hêzên Parastinê ya Mexmûrê 2 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku êrişa li ser Şengalê ji 2017'an heta niha êrişa herî berfireh bû û 4 saetan dewam kir. 
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz da zanîn ku piştî êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Hesekê vala hat derxistin şûnde Tirkiyeyê êrişî Şengal, Mexmûr û Dêrikê kir.
 
'Gel li dijî êrişên DAIŞ'ê derket'
 
Salihayê bi lêv kir ku destkeftiyên Rojava yên ji 2014'an heta niha hedef hatine girtin û wiha got:"Bi êrişên DAIŞ'ê xwestin li Rojhilata Navîn dewleteke DAIŞ'ê ava bikin. Di serî de gelê kurd û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrişana derketin. DAIŞ'ê Şengal bi awayekî sîstematîk kir hedef û tiştên bi serê jinên Şengalê anîn divê tu carî neyên jibîrkirin."
 
'Dixwazin ji nû ve DAIŞ'ê zindî bikin'
 
Saliya bi lêv kir ku belavbûyina DAIŞ'ê ne bi derfetên DAIŞ'ê bû û wiha lê zêde kir:"DAIŞ a ku piştî serkeftina Kobanê têk çû niha hewil dide ji nû ve xwe zindî bike. Loma Tirkiyeyê li ser erdnîgariya Kurdistanê êrişên xwe zêde kir. Ev êrişana li dijî destkeftiyên gelê kurd in. Di 20'ê Çileyê de jî dema DAIŞ'ê êrişî Girtîgeha Sinaayê kir ji cihên di bin kontrola dewleta tirk de bûn derbas bûn. Kurd ji ber ku li destkeftiyên xwe xwedî derdikevin û li dijî êrişan derdikevin hedef tên girtin. Li Şengalê jî kurdan xwe bi rêxistin kirin û li berxwe didin loma vê yekê tehemul nakin. Lê belê bi qansî Tirkiyeyê dewletên navneteweyî jî berpirs in."
 
'Tirkiye tişta dixwest bi DAIŞ'ê da kirin'
 
Salîha tekereya di mehên borî de ji Meclîsê hat derbaskirin bi brî xist û got: “Piştî tezkereyê gelek dewletan ji bo parastina berjewendiyên xwe li dijî êrîşan ti daxuyanî nedan. Têkoşînek ku Gelê Kurd li dijî DAIŞ’ê dideheye. Di encama vê pergaleke hatiye avakirin. Ji ber ku pergala ku Gelê Kurd ava kiriye çareseriya krîz û kaosa li cîhanê ye. Lê hêzên hegemonîk li hemberî van êrîşan bêdeng in. Tirkiye dixwest bi DAIŞ’ê re êrîşekê ku nekarî rasterast li wê herêmê bike pêk bîne. Lê DAIŞ careke din têk çû. Di encamê de Tirkiye dîsa dest bi êrîşên li ser Gelê Kurd kir. Tirkiye dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne.”
 
'Bila PDK nebe berdevkê dewleta tirk'
 
Salîha da zanîn ku divê her kes bi taybet partiyên Kurdistanî li hemberî van êrîşan bertek nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi rastiya PDK’a ku di dema bombebaranê de bêdeng ma û piştre jî daxuyanî da rûbirû ne. Bila PDK berdevkiya Tirkiyeyê neke. Vê gelê me jî baş dizane.  Gelê Kurd tu carî dest ji destkeftiyên ku bi bedelên mezin bi dest xistine bernade. Gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê ne bi tenê ye. Li hemberî êrîşan bêdengmayîn erêkirina êrîşan e. Gelên Tirkiyeyê wê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.”