Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişan meşiyan
- 16:31 2 Sibat 2022
- Rojane
MEXMÛR - Duh bi şev dewleta tirk Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Şêniyên Mexmûrê ji bo şermezarkirina êrîşan meşiyan.
Balafirên şer ên dewleta tirk duh bi şev saet di 22:00'an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta tirk de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) herikîn ber derê Saziya Malbatên Şehîdan. Saet di 11:00'an de meşek girseyî li dar xistin. Meşa ku ji ber derê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Li wir daxuyaniyek hat dayîn û êriş bi tûndî hat şermezarkirin.