Li Wanê êrşîên li ser Zimanê Kurdî hatin şermezarkirin

  • 15:06 2 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - Êrîşên li ser Zimanê Kurdî, li Kolana Hunerê li gel govenda li ber erbaneyan hatin şermezarkirin. 
 
Êrîşên li ser Zimanê Kurdî li Kolana Hunerê ya Wanê bi daxuyaniyekê hatin şermezarkrin.  Endamên Pariya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Dema daxuyanî hat dyîn girse ya ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniya ku hat xwestin bi hinceta qedexeya watîtiyê bi astengkirin de Handan Karakoyûn axivî. 
 
Handan diyar kir ku ew êrîşên li ser Zimanê Kurdî tên kirin qebûl nakin û got, "Nasnameya me hebûna me ye."
 
Girseyê bi stranên kurdî yên li ber erbaneya ku polîsan derxist şermezar kirin.