'Nobeda Edaletê' di roja 331'ê de ye: Hiqûqa serdestan tê pêkanîn

  • 13:18 2 Sibat 2022
  • Rojane
 
RIHA - "Nobeda Edaletê" ya Ferît û Emîne Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 331'emîn de berdewam dike. 
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 331’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû nehat cihê çalakiyê û lawê wê Ferît Şenyaşar hat ber edliyê û nobedê girt. 
 
Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê di roja 331'emîn de berdewam dike û ji bo dewlet destê wan ji vê têkoşîna wan bide berdan her cûre rêbazî bi kar tîne. Ferît da zanîn ku her hefte derbarê wan de dozek vedibe û ji bo doza dawî jî parvekirina wêneyê ambûlansê ku bi keviran hatiye parçekirin nîşan dane. Ferît got: “Ji berk u me wêneyê ambûlansê di hundirê edliyê de daniye erdê, kirine sûc. Ji ber vê yekê îfadeya min û diya min girtin. Heke ev sûc be, em vî sûcî qebûl dikin. Em cezayê herî giran jî qebûl dikin. Ambûlansek cemaweriyê li nexweşxaneya dewletê tê parçekirin. Sûcê mirovahiyê pêk tê. Dozgerên ku gazî dayika min dikin biçe îfadeyê, çima îfadeyên kesê ambûlansê anîne vî halî nagire. Bêhiqûqiyek li holê heye. Hiqûqa serdestan heye. Heta edalet bicih neyê, em ê dest ji nobeda xwe bernedin.”