Di êrîşa li Mexmûrê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar hene

  • 13:10 2 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh bişev balafirnên dewleta tirk Şengal û Mexmûrê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li Mexmûrê 2 kesî jiyana  xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. 
  
Duh bişev balafirnên dewleta tirk Şengal û Mexmûrê bombebaran kirin. Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, derbarê êrişa duh bişev ya li ser wargeha Mexmûrê de daxuyaniyek parvekir. Fermandariyê ragihand ku di encama êrişa duh bişev de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûne.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Wek tê zanîn sala 2021’an dewleta tirk bi hemû aliyan ve ji bo komkujiya li ser Gelê Kurd bi encam bike, şerek pir mezin dimeşîne. Di nava vî şerî de berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya bê hempa û dîrokî derket pêş. Bi saya vê berxwedanê dewleta Tirk binketinên pir mezin jiyA. Di demên dawî de jî dewleta Tirk ji bo nixumandina binketina xwe ya li hemberî gerîla, bi awayekî nemerdane êrişê qadên weke Mexmûr, Şengal û Rojava dike.
 
Di vê çarçoveyê de duh bi şev saet 22:00’an bi awayek hemwext, di çarçoveya şerê qirêj de êrişî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Rojava kir. Wekî qada Mexmûrê, bi salane ku bi tena serê xwe li hemberî hemû dijminatiya dewleta Tirk û hevkarên wê li ber xwe dide û parastina xwe ya cewherî pêk tîne.
 
Di êrişa hewayî ya duh bi şev de, hêzên Parastina Cewherî yên wargeha Mexmûrê hate hedef girtin. Di encama êrişê de 2 endamên me şehîd bûn, gelên  yên ku xwestin bi hewara xizmên xwe biçin, bûn hedefa êrişê. Ji ber vê jî bi dehan welatiyên wargehê birîndar bûn.
 
Niha rewşa welatiyên birîndar di bin kontrolê de ye û li nexweşxaneyan tên dermankirin. Weke encam, çawa ku heya roja îro Gelê Kurd bi îradeya xweyî ji pola û bi berxwedana xwe li ser piyan maye û li hemberî her cure êrişan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî wê ev berxwedana xwe hê mezintir û gurtir bike. Em weke Hêzên Parastina Cewherî ya wargeha Şehîd Rustem Cûdî, em ê bi mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, berxwedana xwe mezintir bikin. Em ê dewleta Tirk a faşîst ku dijminatiya gelan dike, bi bin bixin. Banga me di serî de ji bo gelê me yên li her çar beşên Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê heye ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ê bê exlaq dakevin qadan û dengê xwe derxînin.
 
Her wiha em bang li civaka navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û sazî û rêxistinên mafêN mirovan dikin ku li hemberî wan êrişên ku li ser wargehekÊ penaber tên kirin û berevajî qanûn û pîvanên wan e, dengê xwe derxînin û dewleta tirk ji ber van kiriyarên dijî mirovî darizînin. Em ê piştre agahiyên derbarê nasnameya her du endamên xwe yên şehîd bi raya giştî re parve bikin.”