Ji du polîsên ku fuhuş li jinan ferz kirin yek jê hat girtin

  • 12:04 2 Sibat 2022
  • Rojane
VAN - Yek ji du polîsên ku şirîkên Eywana firkandinê ya lê li jinan fuhuş hatiye ferzikirin, hat girtin û yê din jî hat berdan. Bûyera qewimî ji aliyê walîtiyê  ve jî bi daxuyaniyekê hat piştrastkirin. 
 
Li Wanê di 16'ê Çileyê de hatibû ragihandin ku li Taxa Şerîfiyeyê tecawizî jinên li "Eywana firikandinê" hatiye kirin û fuhuş li wan hatiye ferzkirin. Li ser agahiya hat dayîn polîsan bi ser heman navnîşanê de girt û 2 jê xebatkarên cemaweriyê 6 kes hatibûn binçavkirin. 
 
Hat ragihandin ku xebatkarên cemaweriyê yên hatine girtin polîsê bi navê Îbrahîm Y û yekî din ku navê wî nayê zanîn e. Li ser nûçeya ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hat serwîskirin Walîtiya Wanê daxuyaniyek da. Walîtiyê jî bi daxuyaniya xwe piştrast kir ku eywana firkandinê ya mijara gotinê ji aliyê du polîsên ku di îstiqbaratê de dixebitin ve tê xebitandin. 
 
Walîtiyê diyar kir ku ji herdu polîsên hatin binçavkirin yek jê hatiye girtin, yê din jî hatiye berdan û got ku herdu polîs jî ji peywirê hatine dûrxistin.