Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da

  • 11:05 2 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Turgay Deniz ê ku ji ber nexweşiya tuberkulozê 12 salan bû bi tup dijiya ji ber rewşa wî ne baş ket ew rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Bawer Deniz got:"Bi zaneyî hat kuştin."
 
Girtiyê bi nexweşiya giran Turgay Deniz ê li Girtîgeha Metrisê dihat girtin ji ber rewşa wî ne baş ket ew rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedikuleyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Turgay ê ji Matkiya Bedlîsê ye di 2018'an de hat girtin. Turgayê ku ew xistin Girtîgeha Tîpa L ya Yekemîn a Maltepeyê bi rapora dabû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Cerahiya Sîng û Nexweşiyên Sîngê ya Sureyyapaşaya Stenbolê diyar kiribû ku ji ber nexweşiya tuberkulozê cegera wî ya çepê naxebite û di cegera wî ya rastê de jî pirsgirêka lezyonê heye û ew ê mecbûrê jiyana bi tup bimîne lê belê tevî vê yekê jî nehat tehliyekirin. 
 
 Aileye haber verilmedi
 
Bir yıllık tutukluluğun ardından serbest bırakılan Turgay, Şubat 2021’de tekrar tutuklandı. Silivri Cezaevi’ne konulan Turgay, 3 ay sonra Bandırma Cezaevi’ne sevk edildi. Ardından ailesinin başvuruları üzerine son olarak Metris Cezaevi’ne gönderildi. 12 yıldır tüp ile yaşamasına rağmen tahliye edilmeyen Turgay, bir ay önce fenalaşması üzerine ailesine haber verilmeden Yedikule Göğüs Hastalıkları ve Göğüs Cerrahisi Eğitim ve Araştırma Hastanesi’ne kaldırıldı. 
 
Xeber nedan malbatê
 
Turgay piştî salekê girtî ma hatibû berdan lê belê di Sibata 2021'êd e dîsa hat girtin. Turgay xistin Girtîgeha Sîlîvriyê û 3 şûnde sewqî Girtîgeha Bandirmayê hat kirin. Piştre li ser serlêdanên malbatê ew birin Girtîgeha Metrisê. Turgah tevî ku 12 sal in bi tup dijî dîsa nehat tehliyekirin. Tevî ku meheke berê rewşa Turgay ne baş bûbû jî bêyî agahiya malbatê Turgay rakiribûn Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedikuleyê. Piştî Turgay tê emeliyatkirin û rewşa wî ya tendirustiyê ne baş dibe şûnde rêveberiya girtîgehê digere û dibêje Turgay hatiye tehliyekirin û tedawiya wê ya li nexweşxaneyê dewam dike. 
 
'Birayê min bi zaneyî hat kuştin'
 
Birayê Turgay ê ji Rojnameya Evrenselê re axivî Bawer Deniz da zanîn bêyî haya wan jê hebe birayê wî rakirine nexweşxaneyê û got:"Piştî nexweşxaneyê got şansa jiyîna Turgay tune ye dawiyê rêveberiya girtîgehê li me geriya û got me tehliye kiriye. Birayê min bi zaneyî hat kuştin."
 
Di nava girtiyên divê bihata tehliyekirin de cih digirt
 
Malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatibûn şewitandin di 5'ê Çileyê de çûbûn Enqereyê. Di dosyaya ku dabûn rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî de 38 girtiyên divê demildest bihatana tehliyekirin cih digirtin. Turgay Deniz jî di nava vana de cihê xwe digirt.