Hewldana krîmînalîzekirina çalakiya ‘Cihê em lê bi cih û war bibin tune ye’

  • 09:06 2 Sibat 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Zehra Akbiyik ya bi armanca tevlî çalakiya ‘Cihê em lê bi cih û war bibin tune ye’ bû der barê wê de lêpirsîn hat vekirin wiha vegot: “Lêpirsîn û binçavkirin parçeyeke polîtîka çewisandinê ye. Li dijî vê em bibin yek em ê têk bibin.”
 
Xwendekarên zanîngehê li Îzmîrê piştî pandemiyê bi armanca balê bikşînin ser kirê û kêmbûna wargehên dewletê di cotmeha 2021’ê de çalakiya ‘Cihê me tune, em nikarin debara xwe bikin, em li kolanan e’ dan destpêkirin. 33 ciwanên tevlî çalakiyê bûn û di nobeta li Parka Hasanaga  hatin binçavkirin bi îdiaya ‘muxalefetê qanûna meş û xwepêşendanan’ lêpirsîn lê hatin vekirin. Yek ji xwendekarên ku tevlî çalakiyê bû, endama Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê Zehra Akbiyik bû. Zehrayê da zanîn ku ev lêpirsîn û binçavkirin parçeyek polîtîka çewisandinê ye û got ger bibin yek wê vê ji holê rabikin.
 
Ji ber pirsgirêka nestarbûnê çalakî hatin destpêkirin
 
Zehra daxuyakirin ku ji ber kêmbûna wargehan pirsgirêka cih û war a xwendekaran derketiye holê û ji ber bihayê zêde yên kirê xwendekar neçarî wargehên cemaetê dibin û wiha dirêjî dayê: “Xwendekar ji bo hewcedariya cih dest bi çalakiyê kirin. Hinek saziyên cemawerî û hinek şaredariyan hewl da cih bibînin lê  ev çareseriyek mayînde nîn bû. Divê çareseriyek mayînde hebe. Mêvanxane nebû çareserî. Gelek hevalên me neçar man dibistanê bidin sekinandin. Hinek neçar man bixebitin.”
 
Êrîş girêdayê hev in
 
Zehra bi lêv kir ku di serdegirtinên li zanîngehan de zextê li hember jin, ciwan û LGBTÎ’yan ji zextên li hember civakê cudatir nîne û ev tişt bi lêv kir: “Em li her qadê bi dagirkirinekê re rû bi rû ne. Bidestxistina bursê pir zehmet e. Saziya Yurdên Krediyê lêçûnê piştre digire. Yanî em xwendekar têkçûyî dest bi jiyanê dikin. Pergal vê pêngavê ji bo xwe dike. Vê jî wekî ku piştgiriyê dikin, nîşan didin. Lê hewl didin kesên li gorî xwe biafirînin. Ev deyn xwendekaran proleter dike.”
 
Bi mîlyonan xwendekar pirsgirêka cih dijîn
 
Zehra wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî îdia dike ku pirsgirêka cih a çalakgeran tune û hedef nîşan dide. Ev ne pirsgirêka çend xwendekarên ku li parkan radizê ne. Ev pirsgirêka mîlyonan xwedekarî ye. Em vê ji çapemeniya civakî dibînin. Armanca me pirsgirêka esas ya zanîngehan derkeve holê.”
 
Doz jî binçavkirin jî dijhiqûqî ne
 
Zehra destnîşan kir ku doz jî wek pêvajoya binçavkirinê dijhiqûqî ne û ev tişt daxuyand: “Li me doz hat vekirin. Dema em hatin binçavkirin me gotibû, gelek kes li parqê rûniştîne hûn çima tên me digirin?Dirûşme tunebû,  meş tunebû. Hatin em ji wir girtin. Hişyariyek nekirin. Sedema binçavkirinê negotin.”
 
Dixwazin krîmînalîze bikin
 
Zehra diyar kir ku bi lêpirsînan dixwazin xwendekaran krîmînalîze bikin û wiha dawî lê anî: “Çalakger ji xwendekarên din cuda kirin û armanca wan hedefgirtin bû. Em di çalakiyan de tiştên divê bibin dibêjin. Bi van krîmînalîzekirinan dixwazin rewabûnê ji holê rakin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin wê gelek tişt biguhere.”