Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê li Ewropayê daketin qadan

  • 08:55 2 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê daketin qadan.
 
Balafirên şer ên artêşa tirk êriş birin ser Wargeha Mexmûrê, Dêrik û Şengalê.  Li gor nûçeyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, piştî êrişan balafirên keşfê hîn jî li ser Wargeha Mexmûrê diçin û tên. Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo li ber êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê rabin û bala raya giştî ya navneteweyî bikişîne ser mijarê li gelek bajaran daketin qadan.
 
Swîsre
 
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, Kurdistanî li dijî êrişên dewleta tirk ên bi şev bi lezgînî daketin qadan. Girseya gel li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiya û demeke dirêj li vê derê li dijî êrişan dirûşm berz kirin. Di çalakiyê de belavoka KCDK-E'yê ya li dijî êrişan bi Elmanî hate xwendin. Kurdistanî wê îro jî li Baselê bi rengekî girseyî dakevin qadan û êrişan şermezar bikin.
 
Li bajarekî din ê Swîsreyê li Aaraû jî Kurdistanî li pêşiya strasyona trenê ya navendî saet di 23:00 de li hev civiyan û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de êrişên hewayî hatin şermezarkirin. Ji bo mîtînga îro ya li heman bajarî banga tevlîbûnê hate kirin. Çalakî li Swîsereyê wê îro jî berdewam bikin
 
Fransa
 
Li paytexta Fransa Parîsê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoyên Drancy û Evry li hev civiyan û li ber êrişên dewleta tirk ên li ser Dêrikê, Mexmûr û Şengalê rabûn. Li banliyoya Drancy meşê saet di 23:00 de li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir. Bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û pankarta bi nivîsa "Em ê nehêlin ku Erdogan Rojava dagir bike" hate hildan. Ciwan bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk a qirker û dagirker heta ber Şaredariya Drancy meşiyan. Li banliyoya Evry jî ciwanan şervanên li Hesekê şehîd bûn bi bîr anîn û bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê hesabê komkujiyan bê pirsîn. Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê ciwan li qada Cenon Palmer li hev civiyan û rê li trafîkê girtin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemberî destwerdana polîsan meşa xwe dewam kirin. Ciwanan bi Fransî dirûşmên "Bimire zîhniyeta dewleta tirk" qîriyan. Di dawiya meşa ku 40 deqeyî dewam kir daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku ciwanên Kurd wê van êrişan ti carî bêbersiv nehêlin."
 
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN li hev civiyan û li dijî êrişên li ser Dêrik, Şengal û Mexmûrê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwan li strasyona trenê ya navendî li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Tirkiye ya faşîst destê xwe ji ser Mexmûr, Şengal û Rojava bikişîne" hildan. Tim û tim dirûşmên bi Fransî "Kujer Erdogan", "Bimire dewleta Tirk" hatin qîrîn.
 
Danîmarka
 
Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî bi banga çalakiyan herikîn pêşiya stasyona navendî ya bajêr.
 
Elmanya
 
Kurd û dostên wan ên li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji bo rabûna li ber êrişên dewleta tirk  li ser Mexmûr, Şengal û Rojava daketin qadan.
 
Belçîka
 
NAV-BEL'ê bang li Kurdistaniyên li Belçîkayê kir ku bi lezgînî dakevin qadan û saet di 15:00 de li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Brukselê bicivin.
 
Cihê çalakiyan wiha ye:
 
Rue Montyer 40 
 
1000 Bruksel