Mexmûr, Dêrik û Şengal hatin bombebarankirin
- 08:18 2 Sibat 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mexmûr, Dêrik û Şengal ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin.
Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êriş birin ser Wargeha Mexmûrê, Dêrik û Şengalê. Li gor nûçeya di Rojnewsê de, piştî êrişan balafirên keşfê hîn jî li ser Wargeha Mexmûrê diçin û tên.
Dêrik û Şengal hatin bombebarankirin
Her wiha hat diyarkirin ku balafirên şer ên tirk ji hewayê de êriş birin ser gundê Teqil ê navçeya Dêrik a Qantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê jî.
Li gor agahiyên bi dest ketin, gelek balafirên şer 20 caran ji hewayê de êriş birin ser gundê Şîlo, Barî, Kûrs û Çilmîra yên Şengalê jî.
Do danê êvarî gelek balafirên şer ji Amedê rabûbûn.