'Nobeda Edaletê': Wê berxwedan bibe encam

  • 16:13 1 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin di roja 53'emîn de berdewam dike. 
 
Malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ji bo ku ximên wan bên berdan li Baroya Wanê "Nobeda Edaletê" dane destpêkirin. Nobeda malbatan diroja 53'emîn de berdewam dike. Îro bi armanca piştevaniyê Melisa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê û Komeleya Zanista Antorpolojiyê, Huner û Çandê serdana malbatan kirin.  
 
'Dê di demek kurt de berxwedan bibe encam'
 
Di serdanê de Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Arjîn Tuncer axivî û got, "Di vê 'Nobeda Edaletê' de berxwe daneke mezin hat dayîn. Nobet hêviyeke mezin dide me. Em ciwan herdem em ê li pişt vê berxwedanê bin. Em berxwedana malbatan silav dikin. Em bang li hemû malbatên girtiyan dikin ku di vê berxwedanê de cih bigirin. Wê ev berxwedan bibe encam."