'Edaletê naxwazin û çalakiyên me jî asteng dikin'

  • 15:48 1 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan di roja xwe ya 78’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan banga xwe ya edaletê cardin anîn ziman û got dewlet edaletê naxwaze û çalekiyên me yên bi vê armancê tên lidarxistin jî asteng dike.
 
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja xwe ya 78’emîn de berdewam dike. Malbatan di pêşengiya TUAY-DER’ê de xwestin li ber deriyê girtîgeha tîpa D ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê bidin, lê çalekiya wan hatin astengkirin. Piştî çalekiyê jî malbat hatin li baroyê û Nobeta Edaletê pêk anîn.
 
Malbatên girtiyan di nobeta edaletê de astengirina çalekiyê şermezar kirin û gotin em çiqas werin astengkirin jî em li qadan û her deverê têkoşîna xwe bidin dewamkirin.
 
‘Edalet tê astengkirin’
 
Çalekvana bi navê Nazîme Boltan wiha axivî: "Ev du meh û 17 roj in em li vir di nobeta edaletê de ne. Di demên dawî de gelek mirin jî li girtîgehan çêbûn. Dilê me bi êş e û em naxwazin zêdetir cenaze derbikevin. Ji bo edaletê em di têkoşînê de ne. Îro me xwest bi heman armancî em li ber deriyê girtîgehê dengê xwe yê daxwaza edaletê bilind bikin. Lewra weke hercarê ji me re bûn asteng. Ji ber ku ew edaletê naxwazin. Ew dadê naxwazin.” Hasîne Guler jî têkildarê astengkirina çalekiyan got çawa ku edaletê asteng dikin ew çalekiyên me yên bi armanca pêkanîna edaletê tên kirin jî asteng dikin.