Ji bo Aysel Tugluk û girtiyên din ên nexweş bang

  • 15:47 1 Sibat 2022
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê xwest Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.
 
Meclisa Jinan a Mêrsînê ya Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) têkildarî siyasetmedar Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimînin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku li Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê pêk hat de, Hevseroka Giştî ya Partiya Çep a Herêmê Ozlem Ozgur Arîkan axivî û diyar kir ku ji girtina Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş re êdî bes e.
 
'Girtîgeh weke amûra tundiyê ye'
 
Ozlem, diyar kir ku li Tirkiye girtîgeh ji bilî hêmaneke pergala edaletê weke amûreke tundiyê ya li ser bedenên girtiyan hatiye avakirin û wiha got: "Di serdema desthilatdariya AKP-MHP'ê de hejmara girtî û hikumxwaran gele  zêde bûye. Hikûmeta ku timî mizgîniya girtîgehên nû dide, her cure girtîgehên nû ava dike, kapasîteya girtîgehan zêde dike û bi ceribandinên girtîgehên kampusê re mijûl dibe."
 
Ozlemê herî dawî xwest ku Aysel û girtiyên din ên nexweş ku di şert û mercên xirab de tên girtin serbest bên berdan.