ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
- 09:00 1 Sibat 2022
- Rojev
*Li gelek taxên Amedê projeyên veguherîna bajarvaniyê hatin destpêkirin. Lê niştecihên taxan ji ber tecrûbeyên ku ji taxên din girtine bi guman in û naxwazin ev veguherîn pêk were. Gelek welatiyan anîn ziman ku niştecihên Sûrê ji vê veguherîna bajarvaniyê zirarên mezin dîtine û gotin pêwîst e ne di berjewendiyên xwe de di berjwendiyên gel de gav bên avêtin. DÎMEN HEYE
*Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy der barê daristana li ser navê Devlet Bahçelî ya li Kirklar Dagi tê xwestin bê çêkirin de axivî û da zanîn ku bi vê daristanê dixwazin şopa dîrokî tune bikin. BI DÎMEN
*Seroka Komeleya Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî ‘Giştînameya Çapemenî û Weşanê’ ya wek ‘giştînameya sansurê’ tê venasîn nirxand û li dijî zextên li ser çapemeniyê banga yekitiyê kir û peyama ‘heta dawî berxwedan’ da. BI DÎMEN
*Hevseroka MED-DER'ê Şilan Elmas Kan, diyar kir ku dayina dersa bijarte ya kurdî ya li dibistanên navîn têrê nake û wiha got:"Tirkiye dixwaze hebûna xwe li ser tunekirina kurdan ava bike. Kampanyayên em bi salan e li dar dixin tune tên hesibandin. Em dîsa daxwaza xwe dikin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. DÎMEN HEYE