Girtiyê nexweş ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin

  • 16:43 31 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 5 meh beriya berdanê li girtîgehê dihat girtin, li Çewlikê  hate veşartin.
 
Cenazeyê Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê jiyana  xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ve ji morga Goristana Karşiyakayê hate wergirtin. Cenazeyê ku anîn Çewlikê, li balafirgehê ji aliyê bi dehan kesî ve hate pêşwazîkirin. Wecîbeyên olî ên ji bo cenaze di bin dorpêç û zexta polîsan de hatin kirin û cenaze piştre li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê hate veşartin.
 
Tevî xizmên Mehmet Hanîfî Bîlgîn, nûnerên HDP'ê yên bajar, navçeyan, parlamenterên HDP'ê tevlî merasîma cenaze bûn.
 
Serdanên ji bo sersaxiyê jî wê li Mala Serxweşiyê ya Yenîşehîrê ya li navenda navçeyê bên qebûlkirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Hanîfî Bîlgîn  bi hincetên siyasî ji sala 1992'an û vir ve li girtîgehê dîl dihate girtin, 5 meh beriya bê berdan hat îdakirin ku di encama qeyrana dil de jiyana  xwe ji dest daye.