Ji Wanê bang: Bila girtî bes jiyana xwe ji dest bidin

  • 15:45 31 Çile 2022
  • Rojane
 
WAN - "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê berdewam dike.
 
Malbatên girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan ji bo ku bên berdan li Baroya Wanê "Nobeda Edaletê" dane destpêkirin. Nobet di roja 52'emîn de berdewam dike. Îro şêniyên li Taxa Xaçortê ya Wanê bi armanca pitevaniyê serdana malabtan kirin. 
 
Ji şêniyên Taxa Xaçortê yên ku çûn serdana malabtan Ayten Salgor, diyar kir ku ji bo gitiyên nexweş bi rêk û pêk bên dermankirin divê bên tehliyekirin. Ayten wiha berdewam kir, "Em vê çalakiya dayikan pîroz dikin û em ê her li cem wan bin.  Divê girtiyên nexweşên giran û yên temen mezin bêyî ku jiyana xwe ji dest bidin bên tehliyekirin. Girtiyên ku nehatine dermankriin bila bên dermankirin .Aytenê bang li Wezîrê Dadê kir û got êdî bes e bila tu kes nemire. Em edaletê dixwazin."