Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Divê înfaza Aysel Tugluk bê taloqkirin

  • 14:53 31 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê da zanîn ku rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk her diçe giran dibe û bang kir ku înfaza wê demildest bê taloqkirin.  
 
Komîsyona Jinê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a di Girtîgeha Tipa F a Kandirayê ya Kocaeliyê dimîne daxuyaniya nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Aysel Tugluk ji ber şerdên saziya înfaza ceza nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û got divê înfaza cezayê wê bê taloqkirin. Her wiha hat gotin ku ji bo parastina mafê jiyanê yê rewa divê Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan.