'Nobeda Edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roja 329'an de ye

  • 14:52 31 Çile 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê  li ber Edliyeya Rihayê di roja 329'an de didomînin. 
 
"Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û du lawên wê ji aliyê cerdevan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz  ve hatin qetilkirin û lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ji bûyerê bi birîndarî rizgar bû di roja 329'an de berdewam dike .
 
'Derbarê qetlîamê de tu tişt nehat kirin'
 
Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeda wan kêm maye salekê li dû xwe bihêle, lê derbarê qetlîmê de tu kes nehat girtin û tu dozeke din nehat vekriin. Ferît anî ziman ku 9 dozger û 3 serdozgerên li dosyayê dinêrtin hatin guhertin û berdewam kir, "Dozger û Wezîrên Dadê diguherin, lê qetlîama li ber nexweşxaneyê nayê ronîkirin. Dema têkildarî dozê pirs ji Wezîrê Dadê yê berê pirs dihatin kirin, Wezîrê Dadê Gul diyar dikir ku xemgîn e. Digot ku mifetîşan wezîfedar kiriye. Mifetîş hatin. Me li Edliyeya Rihayê bi mifetîşan re hevdîtin kir. Gotin, ‘L holê sûcek heye û tişta pêwîst wê were kirin’. Lê belê heta îro tu tu tiştek qanûnî nehat kirin.”
 
'Bila zilma li ber edliyê bi dawî bike' 
 
Ferît anî ziman ku Bekîr Bozdag carek din li ser kursiya Wezareta Dadê rûniştiye û wiha got: “Heke li Tirkiyê behsa edaletê, hiqûqê dike, bila ewilî zilma bi destê hiqûqê li pêş Edliyeya Rihayê pêk tê bi dawî bike. Pişt re bila derkeve pêşberî xelkê û biaxive. Heta ku vê zilma bi destê darazê pêk tê bi dawî neke bila Wezareta Dadê têkildarî hiqûq û edaletê neaxive. Wê xelk baweriyê bi vê neyîne.”