Li kampa şengalî lê dimînin şewat: Zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 11:50 31 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Êsiya ya li navçeya Şêxanê şewat derket û di encama şewatê de zarokekî 5 salî jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê, doh êvarê li kampa Êsiya ya LI navçeya Şêxan ya Duhokê ku koçberên şengalî lê dimînin, şewat derket.
 
Hate ragihandin ku şewat ji ber temasa ceyranê derketiye û di encama şewatê de zarokek 5 salî, jiyana xwe ji dest daye.
 
Penaberên li kampê diyar dikin ku şewat ji ber têlên kevin ên ceyranê rû daye û bi bîr dixînin ku ji sala 2014'an û vir ve têlên ceyranê nehatine nûkirin.