Piştî ku test covîd -19 a Seval Gulmez pozîtîf derket serbest hat berdan

  • 11:32 31 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Seval Gulmez ku ji ber koronayê di karantînayê de dima, piştî dema karantînaya wê bi dawî bû di 29'ê Çileyê de hatibû binçavkirin. Piştî ku testa Sevalê careke din pozîtîf derket serbest hat berdan.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 26'ê Çileyê de polîsan bi ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girtin. Wê demê Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez a ku ji ber koronayê di karatînayê de dima nehat binçavkirin û piştî ku di 29'ê Çileyê de dema karantînaya wê bi dawî bû polîsan bi ser mala wê de girt û hat binçavkirin. 
 
Sevalê biribûn Muduriyeta Polîsan a Amedê û sedema binçavkirina wê jî nehatibû zanîn.
 
Seval piştî ku careke din testa wê ya korona pozîtîf derket serbest  hat berdan.