Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd demildest bê rakirin

  • 09:04 31 Çile 2022
  • Rojane
Rabîa Onver
 
WAN - Dayikên Aştiyê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd bidawî bibe û girtiyên nexweş demildest bên berdan.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev 10 mehe bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Parêzer û malbat ji bo hevdîtinên serlêdanan dikin lê ev serlêdan beyî hincet tên redkirin an jî bersiv nayê dayîn. Polîtîkayên tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê didomin û her wiha li girtîgehan jî binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û dan zanîn ku divê demildest dawî li tecrîdê bê.
 
‘Bila hevdîtin pêk bên’
 
Dayika Aştiyê Perîşan Aslan destnîşan kir ku tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin, ev nikare bê qebûlkirin û divê demildest parêzer hevdîtinê bikin. Perîşanê wiha dirêjî dayê: “Em Dayikên Aştiyê bi salane ji bo aştî bê vê axa Kurditanê hewl didin. Ne tenê ji bo xwe ji hemû welat re em aştiyê dixwazin. Rêberê me bi salen li girtîgehê ye û demek dirêje ne dikare bi malbat ne dikare bi parêzeran re hevdîtinê bike. Em bi salane agahiyekê bi rêk û pêk jê nagirin. Yakene daxwaza me demildest hevdîtina bê kirin e. Ev zilme, em vê zilmê qebûl nakin.”
 
‘Em hemû rewşa tenduristiya wî mereq dikin’
 
Perîşanê balkişand ser tecrîda ku bi salane li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û wiha bertek nîşanê tecrîda giran ya tê meşandin da: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Êdî bes e, wê heta kengê wisa bidome. Em dixwazin ji Rêbertiya xwe agahiyekê bigirin. Em tenduristiya wî mereq dikin. Li hemû girtîgehan jî zilm heye. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Li girtîgehan zilm tê kirin.”
 
‘Bila tecrîd bê rakirin’
 
Dayika Aştiyê Hatîce Akdogan jî destnîşan kir ku divê tecrîd bê rakirin û wiha bang kir: “Em dayikên Aştiyê êdî naxwazin tiştek bi kesî bê. Li ser girtiyan tecrîd pêk tê. Nayên dermankirin. Em dixwazin girtiyên nexweş bê dermankirin û berdan. Em ji Rêbertiyê agahiyên agirin. Divê parêzer demildest bibînin. Em bang li wezîrê dadê dikin. Bila girtiyên nexweş berdin, tecrîdê rakin.”