Jinên girtîgeha Şakranê bi şewitandina înfazê tên tehdîtkirin

  • 09:03 31 Çile 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Girtiya bi navê Cîhan Asî ku 12 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin bi rêya telefonê zext û binpêkirinên mafan ku li hemberî wan tên kirin ji malbata xwe re ragihand. Cîhanê destnîşan kir ku tê xwestin infaza wan were şewitandin û bi vê gef li wan tên xwarin.
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê zextên li hemberî girtiyan roj bi roj zêde dibin. Girtî bi rêya malbatên xwe rewşa ku dijîn ji raya giştî re radigihînin. Girtiya nexweş Cîhan Asî, 12 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin. Cîhanê bi rêya telefonê zext û binpêkirinên mafan ku li hemberî wan tên kirin ragihand.
 
Keçmala Cîhanê, Sema Ozel Asî diyar kir ku çend roj berê Cîhanê bi rêya telefonê ragihandiye ku zextên li ser wan her diçe zêdetir dibin û roj namîne ku tundî û tehdît li wan neyên kirin. Sema, got: “Mixabin li herêmê wekî her malbatekê girtiyên me jî hene. Em jî wekî hemû xizmên girtiyan, bi zextên li girtiyan tên kirin diêşin. Îro hewce ye ku em jî wek xizmên girtiyan û gel dengê gitiyan ji derve re ragihînin. Cîhan ragihand ku bi hincetên pûç hertim bi ser qawîşên wan de tê girtin û alavên wan tên desteserkirin.”
 
‘Bi şewitandina înfazê gef li wan tên xwarin’
 
Sema di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tê xwestin têkiliya girtiyan a bi derve re were qûtkirin û wiha pê de çû: “Cîhan diyar kir ku tê xwestin înfaza wan were şewitandin. Li hemberê vê jî tên tehdit kirin. Bi taybetî jî di rojên bibîranînan de zext û gefên li dijî wan zêdetir dibin. Bi gefan tê xwestin ku  infaza hemû girtiyên li wê girtîgehê  bê şewitandin. Ango li girtiyan  ferz dikin ku ji zext û zordestiyê re bêdeng bimînin. Her wiha daxwazname û nameyên ku ji derve re dişinin pêşiya wan tê girtin ji bo negihêjin derve. Herwiha temasa wan a bi derveyê re tê qûtkirin û têkiliya wan a bi me re tê astengkirin.”
 
‘Rewşa tenduristiya wan ber bi xeterê ve diçe’
 
Semayê bal kişand ser nexweşiyên Cîhanê jî û anî ziman ku di aliye tendurîstiyê der rewşa girtiyan her diçe ber bi xeteriyê ve diçe û berdewam kir: “Girtî li gel hemû zext û zoriyan jî di warê moral de têk naçin. Divê em têkoşîna wan a di vî warî de jî parve bikin. Cîhanê ji mîdeya xwe ne rihet e û gelek êşê dikişîn. Ger ku cîhanê bi rêk û pêk neyê tedawîkirin dibe ku ev nexweşî rewşa wê ya jiyanî bike xeterê. Lê ne tenê Cîhan gelek hevalên wê yên di qawîşa lê dimîne de rewşa tenduristiya wan ber bi  xeterê ve diçe. Pêwist e ku çareeriyek ji rewşa wan re bê dîtin.”
 
‘Li xizmên girtiyan jî ji tecrîdê para xwe digirin’
 
Sema, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî rêbazeke îşkenceyê girtî tên tecrîdkirin. Em wekî malbat vê rewşê qebûl nakin. Ji vê tecrîda li ser xizmên me yên gitî em jî di warê derûnî de bi bandor dibin. Em hertim bi wan re diêşin. Bi her telefoneke ku ji me re ji girtîgehê tê fikarên me jî zêde dibin. Ji ber vê yeke em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”