Greva birçîbûnê ya li Bucayê piştî daxwaz hatin qebûlkirin bi dawî bû

  • 16:53 30 Çile 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya li Buca Kiriklarê ku li dijî zext û binpêkirinên mafan hatibû destpêkirin, piştî ku rêveberiya girtîgehê daxwaz qebûl kirin, bi dawî bû.
 
Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Bûca Kiriklar a Îzmîrê li dijî zext û binpêkirinên mafan ku dabûn destpêkirin, bi dawî bû. Mahîr Çakir, Şaban Sîdal, Îbrahîm ku di 27'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, yekem car di 28'ê Mijdara 2021'an de Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halis Dağhan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yilmaz dest bi greva birçîbûnê kiribûn. 
 
Heyeta ku ji rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Îzmîrê pêk dihat di 27’ê Çile de bi serdozgerê girtîgehê, rêveberiya girtîgehê û girtiyên di greva birçîbûnê de re hevdîtin pêk anîbû. Piştî hevdîtina bi girtiyan re rêveberiya girtîgehê hin daxwaz bi cih anîn. Hate diyarkirin ku girtiyên ku 3 cezayên giran ên heta hetayê girtine û ji Kirikkaleyê hatine sewqkirin, dê ji blokên ku lê hatine bicihkirin li qawîşên ku dixwazin bên bicihkirin.
 
Li ser vê yekê girtiyan greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirine dê di 31'ê Çile de ji bo kontrola tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê bên kirin.