Serdema Duemîn a Perwerdeyê li Mexmûrê dest pê kir
- 12:36 30 Çile 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Serdema Duemîn a Salê dest bi perwerdê kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî piştî betlaneya nîva salê qediya, li 4 pêşdibistan, 4 dibistanên Sertayî, dibistanek navîn û dibistanek amadeyî xwendevanan dest bi xwedina Serdema Duyem a Salê kiri.
Xwendevanan Serdema Duyem a Perwerdê ya vê salê li dibistanan bi xwendina siroda netewî dan destpêkirin. Xwendevan Ruxmê hemû bêderfetî û gefên li ser wargehê jî 3 hezar xwedevan bi Zimanê Kurdî perwerdeya xwe berdewam dikin.