'Şert û mercên giran li pêşiya têkoşîna gelê Efrînê nabe asteng'

  • 09:01 30 Çile 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Jinên Efrînî yên ku çar sal in li Kantona Şehbayê di rewşên zehmet de dijîn û li dijî zehmetiyan li berxwe didin li ser guhertinên piştî kontrolkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve axivîn. Jinan gotin:"Şert û mercên giran li pêşiya têkoşîna gelê Efrînê nabe asteng, ji bo Efrînê çi ji me bê xwestin em ê bikin. Em ê weke jin, her tim pêşengtiyê ji bo vê şoreşê bikin û em nawestin. Em ê Efrînê rizgar bikin û vegerin cih û warê xwe."
 
Beriya dagirkirina Efrînê, jiyan li Efrînê gelek xweş û aram bû. Hemû pêdiviyên jiyanê li Efrînê dihatin peydakirin. Hemû netew bi hev re bi yek dilî li Efrînê dijiyan. Buhaya li sûkê ji bo şêniyan baş bû, ji ber ku li Efrînê çandinî û gelek karên cuda hebûn. Her kes di nav erd û milkên xwe de dixebitîn, ji ber vê Efrîn ji aliyê çandiniyê ve gelek dewlemed bû. Lê piştî ku şêniyên Efrînê ji ber tanq û topên dewleta tirk a dagirker neçar man berê xwe bidin Şehbayê, di jiyana jinan de gelek guhertin hatin çêkirin. Şênî di wargehan de jiyana xwe didomînin, hin jî di xaniyan de ne. Lê belê rewşa şêniyan ji aliyê derûnî, pêdiviyên jiyanî û gelek aliyên din ve hat guhertin. Êdî tu derfetên kar ji bo malbatan nema, pêdiviyên wan weke berê nehatin peydakirin. Rojane gelek astengiyan dibînin, tiştên li sûkê gelek buha bûne û derfetên kar weke Efrînê tune ne. Ji ber vê yekê jiyan li Şehbayê gelek zehmet e. Bi taybet jiyana jinan pir hat guhertin. Têkildarî mijarê jinên Efrînî yên koçî Şehbayê bûne, têkildarî guhertinên ku piştî dagirkirina Efrînê di jiyana wan de pêk hatine ji ajansa me re axivîn û nêrînên xwe parve kirin.
 
'Ji ber ku derfetên kar li vê derê tune ye, jiyan zehmet e'
 
Leyla Bodaq a ji bajarê Efrînê ye û ji ber êrişên li ser Efrînê niha li gundê Mezinê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê dimîne derbarê guhertinên 4 salan ên di jiyana wan de çêbûye de, wiha axivî: "Beriya 4 salan, li  Efrînê jiyana me gelek xweş û ewle bû. Xweza, dar, xêr û berên Efrînê gelek xweş in. Lê ji ber vê yekê çavên Erdogan bar nebûn, ji ber vê 58 rojan êrîşî me kir. Piştî berxwedana 58 rojî ji ber tanq û topên dewleta tirk a dagirker em neçar man berê xwe bidin Şehbayê. Li vê derê jiyan gelek zehmet e, tişt li sûkê gelekî buha ne û derfetên kar li pêşiya gel tune ye. Ji ber ku derfetên kar li vê derê tune ye, jiyan zehmet e. Di zivistanê de gelek sar e, ji ber ku derî û pencereyên malê li vê derê çadir in. Li Efrînê jiyan ne wisa bû ji ber ku em di nav mal û milkên xwe de li ser erdê xwe bûn. Li Efrînê mirov dikaribû debara jiyana xwe bikira. Lê ev der çol û çiya ne dar pir kêm in."
 
'Em ê vegerin Efrînê'
 
Leylayê da zanîn ku li gor şert û mercên giran ên jiyanê dîsa jî îradeya Efrîniyan ji hemû derfetên zehmet xurtir e û wiha anî ziman: "Dewleta tirk a dagirker me li welatê me kir koçber lê belê dîsa jî dev ji me bernade. Ji bilî ku jiyan li vê derê zehmet e, dewleta tirk a dagirker her roj me topbaran dike. Li aliyekî din jî Rejîma Sûriyeyê em dorpêç kiriye. Ez niha li Gundê Mezinê yê navçeya Şêrewayê ya Efrînê bi cih bûme, ji ber ku ev der ji Efrînê ve nêz e. Bêhna Efrînê ji vê derê tê, em tu car Efrînê ji bîr nakin, her tim di dilê me de ye. Ez nêzî Efrînê mam, ji ber ku hêviya me ya vegerê mezin e. Bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe ku em Efrînê ji wê re nahêlin. Me li berxwe da û em ê her tim li berxwe bidin. Ji bo Efrînê em ê her tiştî bikin."
 
'Xweşikbûna Efrînê nayê şîrovekirin'
 
Nesrîn Gedro ya ji Efrînê koçî Kantona Şehbayê bûye da zanîn xweşikbûna Efrînê nayê şîrovekirin û wiha got: "Mirov çiqas li ser Efrînê biaxive xweşikbûna Efrînê nayê şîrovekirin. Ji ber ku xweza û erdên wê gelek dewlemend bûn. Efrînê bi rastî jî hişt ku em hîs bikin em hene. Li Efrînê derfetên kar li pêşiya me pir bûn, çiqas em di dorpêçê re derbas bibana jî lê dîsa jî me debara xwe dikir. Ji ber ku li Efrînê çandinî pir bû, her wiha tiştên li sûkê ne buha bûn. Me di nav mal û milkên xwe de bi aramî jiyana xwe berdewam dikir. Di demên dawî de bi rastî jî Efrîn bû buhişt, ji hemû aliyan ve Efrîn li pêş bû. Gelê Efrînê û bi taybet jinên Efrînê xwe bi awayekî pir baş bi rêxistin kiribûn. Jinan di her qadê de cih girtin û xwe bi pêş xistin. Lê belê bi êrişa dewleta tirk a dagirker niha Efrîn bûye dojeh."
 
'Ev çar salin em di rewşek zehmet de ne'
 
Nesrînê behsa guhertinên jiyana xwe ya piştî koçberiyê kir û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku dewleta tirk a dagirker dît ku çawa jin xwe pêş dixîne û di astên herî jor de cih digirin, bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kir. Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe xwest ku jinê bişkîne û kole bike, lê li hember hovîtiya wan me 58 rojî li berxwe da. Piştî 58 roj a berxwedanê, ji ber hovîtî û topbarana dewleta tirk a dagirker em neçar man berê xwe bidin Şehbayê. Niha ez li gundê Xernatayê yê navçeya Fafînê dimînim. Ev bû 4 sal in em di rewşên herî zehmet de jiyana xwe berdewam dikin. Li vê derê derfetên kar weke Efrînê tune ne. Zivistan e serma ye, li Efrînê hemû pêdivî hebûn. Li vê derê mazot tune ye, em ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve di dorpêçiyê de ne."
 
'Şert û mercên giran li pêşiya têkoşîna gelê Efrînê nabe asteng'
 
Nesrînê da zanîn ku ev 4 sal in ji bo vegera Efrînê li dijî hemû şert û mercên giran li berxwe dane û wê her tim ji bo Efrînê têkoşînê bikin û wiha bi dawî kir: "Şert û mercên giran li pêşiya têkoşîna gelê Efrînê nabe asteng, ji bo Efrînê çi ji me bê xwestin em ê bikin. Em ê weke jin, her tim pêşengtiyê ji bo vê şoreşê bikin û em nawestin. Em ê Efrînê rizgar bikin û vegerin cih û warê xwe."
 
'Dewleta tirk êriş dike rejîma Sûriyeyê me dorpêç dike'
 
Emîne Kor Xilo ya ji gundê Xaziyana ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye da zanîn li Efrînê jiyan cuda bû û wiha pê de çû: "Jiyana li Efrînê gelek xweş û aram bû. Em hemû li cem hev bûn, lê niha em her yek li cihekî ne. Li vê derê jiyan zehmet e ji ber ku pêdiviyên jiyanê tune ne. Derfetên kar tune ye, tiştên li sûkê gelek buha ye. Gelek tişt hene em nikarin bikirin. Ev der jî erdê me ye lê belê di nav mal û milkên xwe de jiyan cuda ye. Li aliyekî dewleta tirk a dagirker bi tanq û topên xwe êrîşî me dike, li aliyekî din jî Rejîma Sûriyeyê em dorpêç kiriye."
 
'Êdî bes e, em dixwazin vegerin warê xwe'
 
Emîneyê di dawiyê de daxwaz kir ku di demek nêz de vegerin cih û warê xwe û wiha got: "Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku êdî çavên xwe vekin. Em bajarê xwe dixwazin. Divê Rêxistina Mafê Mirovan têkeve nava liv û tevgerê û daxwazên me pêk bînin. Em jî dixwazin weke her kesî bi aram li ser axa xwe bijîn."