KESK'ê di roja 75'an a 'Nobeta Edaletê' de serdana malbatan kir

  • 16:34 29 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Di roja 75'emîn a "Nobeta Edaletê" de endamên KESK'ê yên şaxa Sêrt, Êlihê û Amedê bi awayek girseyî serdana malbatên girtiyan kirin û banga mezinkirina çalakiyên Nobetên Edaletê kirin.
 
"Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 75'emîn de berdewam dike. Şaxên Sêrt, Êlihê û Amedê yên  Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi awayek girseyî serdana nobetê kirin û peyama piştgiriyê parve kirin.
 
'Em ê bi he vre bi hêz bibin'
 
Hevserokê Egitim Sen ê ya Şaxa Amedê Emîne Akşah got: “Em di nava sîstemek bê edalet de dijîn û lêgerîna we ya edaletê ji bo hemûyan gelek pîroz e. Têkoşîna we têkoşînek dîrokî ye û ji bo em piştgiriya xwe bînin ziman em li vir in. Em ê bi hev re bikarin bi ser kevin.” 
 
Hevserokê Egîtim Sen ê ya şaxa Êlihê Nuredîn Şîmşek jî bi van gotinan piştgiriya xwe anîn ziman: “Em cardin dibêjin çalakiya we çalakiyek bi nirx e û li dijî zilmê berxwedanek dîrokî ye. Pêwîst e em herkes piştgirîyê bikin. Îqtidar çavê xwe kor û guhê xwe ker kiriye lê bi zorê be jî em ê bixin guhê wan û çavê wan.”
 
Herî dawî jî malbatên girtiyan spasiya xwe anîn ziman û banga mezinkirina çalakiyê kirin.