Feleknas Uca: Bila qada hewayê ya Şengalê bê qedexekirin

  • 15:37 29 Çile 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) bal kişand ser êrişên li ser Şengalê û got bila qada hewayê ya Şengalê ji balafiran bê girtin. Her wiha Feleknasê got gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
 
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî. Feleknasê diyar kir ku Tirkiye bi SÎHA’yan Şengalê bombebaran dike û wiha got: “Di rewşeke wiha de ku êzdî yekîneyên berevaniyê, meclisên jinan ava dikin û li Şengalê dest bi jiyaneke nû dikin, dewleta tirk êrişên hewayî tîne ser wan.”
 
'Bila qada hewayê ya Şengalê bê qedexekirin'
 
Di berdewamê de jî Feleknasê destnîşan kir ku droneyên biçek ên tirk gelek caran gefan li yekîneyên berevaniyê yên êzdiyan dixwe, wan bombebaran dike, gelek nexweşxane hatine bombekirin û di van êrişan de jî gelek sivîl hatine kuştin. Feleknasê da zanîn ku êzdiyan tu gef li Tirkiyeyê nexwarîne û wiha pê de çû: “Heta niha carekî jî êrişî Tirkiyeyê nekirine. Hûn ji êzdiyan çi dixwazin? Mafê wan kesên ji qirkirinê xelas bûyîn jî heye ku bijîn û welatê xwe ava bikin. Divê civaka navneteweyî qet nebe wan ji êrişên hewayî biparêze. Banga min ew e ku qada hewayî ya Şengalê li balafiran bê qedexekirin.” 
 
‘Gef li hemû cîhanê tê xwarin’
 
Feleknasê bal kişand ser êrişên DAIŞ’ê yên li ser Rojava û girtîgeha Hesekê û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di destê çekdarên DAIŞ'ê de çekên NATO'yê hene. Dixwazim bipirsim. Gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene? Têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê, peywira me tevan e. Duh Şengal bû, îro Kobanê, ev gef li hemû cîhanê tê xwarin.”